Tedawiya zarokê polîsan birîndar kir didome
Tedawiya zarokê 12 salî Veysî Demîr ê li Wanê dema diçû nan bikire ji aliyê polîsan ve hat birîndarkirin didome.
Tedawiya zarokê 12 salî Veysî Demîr ê li Wanê dema diçû nan bikire ji aliyê polîsan ve hat birîndarkirin didome.
Zarokê bi navê Veysî Demîr ê 12 salî yê li Taxa Seyît Fehîm Arasi dema diçû nan bikire di gulebarana polîsan de birîndar bû. Tedawiya Demîr didome.
Hevserokê Rêxistina HDP’a Wanê Veysî Dîlekçî, Veysî Demîr ê li Nexweşxaneya Lêpirsînê ya Herêmê tedawiyê dibîne ziyaret kir. Dîlekçî têkildarî rewşa Demîr got, rewşa wî baş e û wê rojeke din jî di bin kontrolê de be.