Tecrîd li Serhedê hat protestokirin
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêya navbera Bazîd-Îdirê li trafîkê hat girtin.

Duh êvarê saet di 21:30 de, girseya gel ji bo tecrîda li ser Ocalan şermezar bike, rêya di navbera Îdir û Bazîdê de li trafîkê girt. Di çalakiya ku nîv saetê dewam kir de artêşa Tirk xwest bi maşînên zirxî êrîşî gel bike. Li ser vê yekê ji bo demeke kurt pevçûn derket.
Li aliyê din, saet di navbera 21:00 - 22:00 de rêya Giyadîn-Bazîdê li trafîkê hat girtin û tecrîd hat protestokirin. Artêşa Tirk hewl da êrîşî li çalakiyê bikin û ciwanan jî bi kevir û molotkokteylan bersiv dan êrîşa artêşê.