Tecrîd li bajarên Kurdistanê hat şermezarkirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Kurdistanê hat şermezarkirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Agirî bi meşeke meşaleyî hat protestokirin. Parlamenterên HDP'ê yên Agirî Leyla Zana, Dîrayet Dîlan Taşdemîr, Mehmet Emîn Îlhan û Bedran Ozturk jî di nav de, bi sedan kes li Xaçerêya Dortyolê meşa vêxistin û dest bi meşê kirin.

Di meşê de pnakarta bi nivîsa "Azadiya Rêberê me azadiya jinê ye" hat vekirin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û Qasidê aştiyê li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin" hatin qîrîn. Polîsên li serê her kolanê bicih bûn, di destpêka meşê de xwestin pêşî li çalakgeran bigirin. Li dû danûstandina parlamenteran girseya gel meşa xwe dewam kir. 

Piştî ku girseya gel gihîşt Xaçerêya Doryolê, deqeyek rêz hat girtin û endama KJA'yê Naîle Bariş peyivî. Bariş da xuyakirin ku yekane rêya rizgariya ji şer û tengaviya gelên Rojhilata Navîn, nexeşya rê ya Ocalan e. Bariş diyar kir ku tevî hemû hewldanên aştiyê yên Ocalan AKP înkar û tinekirinê ferz dike û destnîşan kir ku aştî êdî daxwaza hemû gelan e. Bariş got, "Ya ku AKP dike, ferzkirina şer e" û ev xal destnîşan kir: "Divê AKP vê yekê û provokasyonan deyne aliyekî û tavilê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan rake. Dawî li rewşa girtî ya Rêberê Gelê Kurd bîne. Em AKP'ê careke din hişyar dikin." Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

BAZÎD

Li Bazîdê jî  bi pêşengiya Rêxistina DBP'ê ya navçeyê, meşeke meşaleyî hat lidarxistin. Tevî Hevşaredarê Bazîdê Rohat Ozbay, Parlamenterê HDP'ê yê Agirî M. Emîn Îlhan, rêveberên DBP û HDP'ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û endamên meclîsa şaredariyê bi sedan kes, li kolana Îsmaîl Beşîkçî meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok APo", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Zext nikare bi me" hatin qîrîn.

ÎDIR

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Bajarê Îdirê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke meşaleyî protesto kirin. Di meşê de Hevserokên DBP'ê yên Îdirê Mûrat Yerlîkaya, Zubeyde Kaynar, Hevserokê HDP'ê yê Îdirê Cesîm Katar, Hevşaredarên Îdirê Mûrat Yîkît û Şaziye Onder, pêkhateyên KJA û endamên DEM-GENÇ'ê jî amade bûn. Welatiyên li ber avahiya DBP'ê ya Bajarê Îdirê li hev kom bûn, ber bi sûka bajêr ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok APo" û "Bijî Berxwedana YPG'ê" hatin qîrîn. Ji ber ku polîsan bi kamerayê dîmenê çalakvanan kişandin, ji bo demekê alozî derket.

SÊRT

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan li Parka Orhan Dogan a li navenda bajarê Sêrtê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Di dema dayîna daxuyaniyê de Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Hatîce Sevîptekîn, Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan, Hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajêr, rêveberên MEYA-DER û TUHAD-DER'ê amade bûn. Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Şukru Tîmûrtaş daxuyanî da û diyar kir ku hikûmeta AKP û Serokkomar Erdogan dixwazin Tirkiyeyê ber bi şer ve bibin.

Tîmûrtaş bibîr xist ku ji sala 2011'an û vir ve parêzer nikarin Ocalan bibînin û got, "Tevî îşkenceya giran a 16 salan, AKP bi êrîşkariya ji ber windakirina hilbijartinê re pêvajoya çareseriyê bi dawî kir û çûn û hatina Girava Îmraliyê sekinand. AKP bi êrîşkariya ji ber windakirinê re konsepteke şer a dikare welatê me ber bi karesatekê ve bibe, xistiye meriyetê. Yekane mirovê li welatê me dikare pêşî li vê konsepta şer bigire û pêşî li siyaseta demokratîk û aştiyane veke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.