Taxên Hezexê tên bombekirin
Êrîş û terora dewleta Tirk a li navçeya Şirnex Hezexê dewam dikin. Li navçeyê roja nû bi dengê teqînan destpê kir.
Êrîş û terora dewleta Tirk a li navçeya Şirnex Hezexê dewam dikin. Li navçeyê roja nû bi dengê teqînan destpê kir.
Li navçeya Şirnex Hezexê, dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina gelê Kurd di roja 7. de ye. Gelê Hezexê li hemberî êrîşên dewleta Tirk her li ber xwe dide. Hêzên dewlet Tirk danê vê sibehê top avêtin taxên Tûrgût Ozal û Yenî Mahalle.
Li navçeya ku duh bi şev bêdeng bû, danê vê sibehê bi êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî taxan re teqînên dijwar û dan.
Car carna dengê çekan jî tê bihîstin. Li navenda navçeyê tevgereke zêde ya maşînên zirxî heye.