Talebanî dê nameya standina baweriyê ji Parlementoyê re bişîne

Talebanî dê nameya standina baweriyê ji Parlementoyê re bişîne

Ji bo hilweşandina desthiltiya Nûrî el Malikî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê hewl tê dayîn. Duh jî li Dokana Silêmaniyê bi beşdariya Kurdan û hêzên Sunî civînek hat lidarxistin. Her wiha hat diyarkirin ku Talabanî qebûl kiriye ku nameya standina baweriyê a ji Malikî ji Parlementoya Iraqê re were şandin.

Aloziya di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de zêde dibe. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotibû ku welat nikare bi “dîkdatoriyê bê birêvebirin û dixwaze Serokwezîrê Şiî Nûrî El Malikî biçe. Barzanî di her carekê de peyamên ji bo serxwebûnê dide û li hemberî firotina balefirên F16 yên DYA yên ji bo Iraqê derketibû diyar kiribû ku dibe li hemberî Kurdan bi kar bînin. Serokkomarê Iraqê jî Celal Talabanî weke helwestek li hemberî desthilatiya Malikî, ragihandibû ku ew dikare îstîfaya xwe bide.

Rayedarên Kurd û Sunî dixwazin ku Parlementoya Iraqê pêbaweriyê ji Malikî bistînin û Malikî ji desthilatiyê bikeve. Bi vê boneyê rayedarên duh civîna “pênç qolî” ya li navçeya Dokana Başûrê Kurdistanê dest pê kir.

Hate zanîn ku tevî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî, Serokê lîsta Iraqiye Eyad Elawî, Serokê Parlementoya Iraqê Usame Nucefî, Salih Mutleq jî beşdarî civîna krîtîk bûn. Hate zanîn ku civîn bi dawî bû û dê encam bê aşkerekirin.

Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Ferhad Ertûşî ji rojnameya Rûdawê re axivî û ragihand ku Celal Talabanî di civîna li Dokan pêk hat de pejirandiye nameya bawerî standina ji Malikî ji bo parlamentoyê bê şandin.

Ferhat Etrûşî diyar kir ku Hevpeymaniya Kurdistanî û aliyên beşdar ên civîna Hewlêr, Dûkan û Necefê hemû jî li ser standina baweriyê ya ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî xwediyê heman nêrînê bûn, lê tenê pirsgirêk hebû û ew jî di civîna li Dukanê de hat çareserkirin.

Ertûşî destnîşan kir ku Talabanî bi mercekê razîbûye nameya bawerî standina ji Malikî bo parlamentoyê bê şandin û ew jî ew e ku 163 parlamenter nivîsek fermî ji bo serokkomar bişînin. Etrûşî got: “Bi baweriya min komkirina 163 îmzeyan ne karekî zehmete û mirov dikare bi hêsanî wê nivîsê ji serokkomar re bişîne.”

Ferhad Etrûşî der barê helwesta aliyê Kurdan a li Bexdayî jî diyar kir ku agehdariya wî ji helwesta Tevgera Goran nîne, lê dê tevayî parlamenterên kurd ên li Iraqê îmze bikin û got; “Bi ya min ger birayên Goran û hemû parlamenterên kurd hevdeng bin, wê nameyê îmze bikin û wê helwesta wan ligel me ne cûda be.”