NÛ BÛ

TAK’ê nasnameyên 3 endamên xwe eşkere kirin

Tayrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) bi daxuyaniya li ser malpera xwe ya fermî agahiya nasnameyên endamên xwe yên ku çalakiya Stenbolê û Kayseriyê pêk anîn, eşkere kir.

TAK’ê diyar kir, 17’ê Kanûna 2016’an saet 08.30’an çalakiya bi ser Tugaya Komando ya Çiyê ya Kayseriyê ji hêla Tîma Tolhildanê ya Şehîd Şervan-Andok ve pêk hatiye û got, “Hevrê Çekdar Xebat ê ku ev çalakî bi şêwazeke fedaî pêk anî, şehîd bû.”

TAK’ê bi berdewamî got:

“Tugaya Komando ya Çiyê ya Kayseriyê, di şerê qirkirinê yê bi ser gelê Kurd de, di refên pêş de cih girtiye, destê wê di xwîna bi hezaran mirovên me geriyaye. Ji bo vê sedemê jî, Tîma Tolhildanê ya Şehîd Şervan-Andok ev hêz ji xwe re kirine hedef û ev çalakiya serkeftî pêk aniye, ku di encamê de bi dehan kes jê mirin û bi dehan jê jî birîndar bûn. TAK li dijî revdeyên kujer ku destê wan di êrîşên hov ên Kurdistanê de heye wê tolê hilîne, li dijî dewleta Tirk a faşîst ku her roj bêhtir dixwaze Kurdan bipirnisîne, wê şerê bêhempa geş û gurtir bike.

Tê fêhmkirin ku rayedarên Tirk ên şaşomaşo bûne, “pisporên” ewlekariyê ku ji bikaranîna heman hevokan têr nabin, meraq dikin bê ka ji niha û şûn de TAK wê çi bike. Em bersiva vê bidin: TAK wê vê xeta çalakiyê ya ku di şexsê şervanê wan Hevrê Çekdar de derketî holê bişopîne, ji bo berê xwe bide navendên faşîst ên ku ji bo xwe diyar kirine, rojan bihejmêrin.

Têkildarî Çekdar Xebat ku jiyana xwe ji dest daye ev hatin gotin:

“Hevrê Çekdar Xebat 30.08.1990’an li Qelqelî ya Wanê ji dayik bûye. Hevrê Çekdar ku li malbateke welatparêz ji dayik bûye, hê di temenê xwe yê biçûk de berpirsyarî daniye ser milê xwe, li hêlekê dibistan xwendiye û li hêla din hem xebitiye û hem jî bi xwîşk û birayê xwe re bûye alîkar. Di heman deman de bi hîsên welatparêz reng daye karekterê xwe û pê re, bi demê re jiyaneke şoreşgerî hilbijartiye. Di encama vê biryardariyê de Hevrê Çekdar ku 2009’an tevlî nav Tevgera Azadiyê bûyî, heta ku li wir bûye, peywirên girîng bi cih anîne. Weke şervanên din ên TAK’ê, têkoşîna li dijî faşîzma Tirk kêm dîtiye, bawerî pê aniye ku divê têkoşîna hê hişktir were dayin û li ser vê zemînê jî, 2013’an tevlî nav refên TAK’ê bûye. Hevrê Çekdar ku bi hezkirina gel, gihaştîbûna xwe, hişmendiya peywirê û hişmendiya hevrêtiyê her dem derketî pêş, bi çalakiya Kayseriyê ku ji destpêkê û heta dawiyê fermandariya wê, wî kiriye, weke ku xeyal kiribû, mohra xwe li çalakiyeke dîrokî ya tolhildanê daye û bi vî rengî bûye nemir.”

TAK: EM Ê ÇALAKIYÊN XWE YÊN TOLHILDANÊ BIDOMÎNIN

TAK di daxuyaniya xwe de têkildarî çalakiya Stenbolê jî ev agahî dan:

10’ê Kanûna 2016’an Hevrêyên ku çalakiya dîrokî ya Stenbolê ya Beşîktaşê pêk anîn û dijmin qehr kirin, hevrê Şervan Şoreş Derwêş û Andok Serhat bûn. Herdu heval jî tevahiya jiyana xwe tim bûne mînak, bi çalakiyên ku pêk anîne, bûne efsane. Divê gelê Kurd van zaroyên xwe yên leheng ji bîr neke, divê dayik navê wan li zarokên nûza bikin, xort û jinên ciwan divê di rêça wan de bimeşin. Em weke TAK’ê, em ê di rêya wan de bimeşin, em ê çalakiyên tolhildanê bidomînin.”

ŞERVAN ŞOREŞ DERWÊŞ

Têkildarî Şoreş Derwêş:

“Hevrê Şervan ku 07.06.1989’an li Qoserê ya Mêrdînê ji dayik bûyî, di malbateke welatparêz de gihaye, hê di temenê xwe yê biçûk de nêzîkatiya wî ji bo Têkoşîna Azadiyê çêbûye. Hevrê Şervan ku êdî nema dikarî zilma li ser gelê Kurd ragire, 2007’an tevlî nav Têkoşîna Azadiyê bûye. Hevrê Şervan ku di Têkoşîna Azadiyê de li qadên cur bi cur û peywiran xebitiye, her demê bi giranbûna xwe, kedkarbûna xwe û fidakarbûna xwe derketiye pêş. Piştî ku faşîzma TC li ser gelê Kurd zext û zordarî zêde kir, Hevrê Şervan hîsên tolhildanê di xwe de mezin kirine û 2014’an tevlî nav refê TAK’ê bûye. Hevrê Şervan dema ku di refên TAK’ê de bû, hemû peywirên ku girtî ser milên xwe bi serkeftî bi cih aniye û herî dawî, bi Hevrê Andok re, weke Tîma Tolhildanê ya Şehîd Tîrêj, mohra xwe li çalakiyeke dîrokî da û tevlî nav karwanê şehîdan bû.

ANDOK SERHAT

Têkildarî Hevrê Andok Serhat:

Hevrê Andok Serhat, 05.06.1986’an li Pirsûsa Rihayê ji dayik bûye, piraniya jiyana xwe li Dîlokê bihurandiye. Di salên xwe yên zanîngehê de bi Têkoşîna Azadiyê re hê zêdetir eleqeder bû û xebatên ciwanan meşandiye. Hevrê Andok, ku ev xebat ji bo xwe têrker nedîtin, sala 2007’an tevlî nav refên Têkoşîna Azadiyê bûye. Hevrê Andok, bi hezkirina xwe ya jiyanê, dilnizmî û zîrekbûna xwe tevahî heval li xwe bahnandiye, tevahî wezîfeyên ku dane ser milê xwe jî bi serkeftî pêk anîne. Hevrê Andok, ji roja tevlî Têkoşîna Azadiyê bûyî, xwestiye bi şêweyekî hê cudatir hêrsa xwe nîşanî dijmin bide, li ser vî esasî sala 2014’an tevlî refên TAK’ê bûye. Hevrê Andok, di nav refên TAK’ê de dema wezîfeyên hilgirtî bi cih tanî, her tim amadekariyên çalakiyê dikir, bi hevrê Şervan re wek Tîma Tolhildanê ya Şehîd Tîrêj, çalakiyek dîrokî li dar xistine, wek xeyal dikir dijmin qeherandiye û tevlî nav karwanên şehîdan bûye.”

 

AGAHIYÊN NASNAMEYÊ YÊ 3 ENDAMÊN TAK’Ê

Agahiyên nasnameyê yê 3 endamên TAK’ê ku jiyana xwe ji dest dayin wiha ne:

Nasnav : Çekdar Xebat  

Nav û Paşnav : Kasim Yildirimçakar

Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 30.08.1990 / Wan - Qelqelî

Navê Dayikê: Hurriyet

Navê Bav : Îsmaîl Hakki

Dîrok û Cihê Şehadetê: 17 Kanûn 2016 - Kayserî

***

Nasnav : Şervan ŞOREŞ DERWÊŞ  

Nav û Paşnav : Kadrî Kilinç

Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 07.06.1989 / Mêrdîn-Qoser

Navê Dayikê: Necla

Navê Bav : Halît

Dîrok û Cihê Şehadetê: 10 Kanûn 2016 Stenbol

***

Nasnav: Andok Serhat

Nav û Paşnav: Bûrak Yavûz

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Pirsûs-Riha /05.06.1986

Navê Dayikê : Nahîde

Navê Bav : Mehmet

Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Kanûna  2016/ Stenbol