TAK: Dewlet dixwaze bi manîpulasyonê destketiyên gelê Kurd tine bike

TAK’ê der heqê nasnameya Zinar Raperîn (Abdulbakî Sonmez) ê 17’ê Sibatê li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anî, têkîldarî berevajîkirina dewleta Tirk û çalakî kirina malê hin rêxistinên din ên Kurdan daxuyanî da.

Di daxuyaniya TAK’ê ya der heqê nasnameya Zinar Raperîn (Abdulbakî Sonmez) ê 17’ê Sibatê li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anî, têkîldarî berevajîkirina dewleta Tirk û çalakî kirina malê hin rêxistinên din ên Kurdan de wiha got: “Dijminantiya bi Kurdan re a bi salan e bi rêxistinên terorê yên dijminên mirovahiyê yên wek DAIŞ’ê re derxistiye merheleyek jor, hewl dide destketiyên gelê Kurd tine bike.”

Teyrêbazên Azadiya Kurdistan (TAK) daxuyaniyek nivîskî weşand, wiha got: “Dewleta faşîst a TC bi awayekî zanebûn nasnameya hevalê me Zinar berevajî dike, çalakiyê dike malê rêxistinên Kurdan ên cuda, dijminantiya bi Kurdan re a bi salan e bi rêxistinên terorê yên dijminên mirovahiyê yên wek DAIŞ’ê re derxistiye merheleyek jor, hewl dide destketiyên gelê Kurd tine bike.”

TAK got çalakiyên heta niha li Tirkiyeyê pêk anîne jî vê îspat dike, bal kişand ser van xalan: “Heta niha çawa be, ji niha û şûn de jî em ê bi hêza xwe bi çalakiyên hê mezintir ve têkoşîna xwe bidomînin. Wek çalakiya Enqereyê, ji niha û şûn de jî li dijî êrîşên li hember gelê me, em ê bersiva herî tund bidin.”

TAK’ê agahiyên nasname û wêneyên endamên xwe yên fedaî yê 17’ê Sibatê çalakiya Enqereyê pêk anî  ji nû ve parve kir. 


Nasnavı: Zinar Raperîn

Nav û Paşnav: Abdulbaki Sonmez

Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 10.01.1989 / Wan- Payîzava   

Navê Dayikê: Keside

Navê Bav: Musa

Dîrok û Cihê Şehadetê: 17’ê Sibata 2016’an - Enqere