Piştî lêgerîna li Şaredariya Bazîdê hard dîskên bilgisayaran û tabeleyên kurdî yên yêkîneyan hatin destserkirin. Ji ber ku polîsan hemû malzemeyên şaredariyê destser kirin li şaredariyê tu kar nayê kirin.
Di operasyona li gund, navçe û navenda Agiriyê de nêzî 25 kes hati binçavkirin û lêgerîna li Şaredariya Bazîdê jî bi dawî bû. Li hemû yekîneyên şaredariyê lêgerîn pêk hate û tabeleyên kurdî yên di çarçoveya projeya 2 zimanî ya şaredariyên BDP'ê de hatin amadekirin jî hatin destserkirin. Piştî lêgerîna li Midûriyeta Karên Fenê, Midûriyeta Xizmetên Malî, Yekîneya Weşan û Çapemeniyê û Midûriyeta Karên Nivîskê hemû belge hatin destserkirin, hard dîskên bîlgîsayaran, CD, Flash hatin destserkirin.
Di dema lêgerînê de amirên yekîneyan jî lêgerîn şopandin û hemû ode hatin tevlî hevkirin. Polîsan tenê tabelaya "Sekreterlîk" ya bi tirkî destser nekirin. Polîsan hemû malzeme bi torbeyan ji şaredariyê girtin û ji şaredariyê veqetiyan.
Ji ber ku di lêgerînê de hemû amûrên şaredariyê hatin destserkirin, kar nayê kirin.