BI DÎMEN

'Sûriyeya federal a demokratîk çareseriya bingehîn e'

Şêx Baqî got, "Eger rêxistin û pêkhateyên li herêmên bakur, başûr û navîn ên Sûriyeyê vîna hev nas bikin, hurmetê nîşanî hev bidin û vîna jiyana bi hev re derxînin holê, wê Sûriyeyeke federal a demokratîk biafire."

Serokê Partiya Demokrat a Kurdên li Sûriyeyê û Endamê Konseya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Cemal Şêx Baqî got, "Eger rêxistin û pêkhateyên li herêmên bakur, başûr û navîn ên Sûriyeyê vîna hev nas bikin, hurmetê nîşanî hev bidin û vîna jiyana bi hev re derxînin holê, wê Sûriyeyeke federal a demokratîk biafire."

Baqî da xuyakirin, ku ev sîstema bi Sykes-Pîcot re hat avakirin, xeteyeke dîrokî ya li herêmê hatiye kirin e û got, "Şer û krîza ev 5 sal in rû daye, nakokî û pirsgirêkên ji ber vê sîstemê bêhtir radixin pêş çavan. Di heman demê de rengê çareseriyê jî nîşan dide."

'HETA KU KURD Û ROJAVA NEYÊN MÛXATAB NEYÊN DÎTIN, ÇARESERÎ NABE'

Cemal Şêx Baqî destnîşan kir, ku yekane rêya çareseriya li Sûriyeyê mûxatabgirtina Kurdan û Roajva ye û got, "Rojava û Kurd mûxatabên sereke yên çareseriyê ne. Dem Kurd û gelên li rojava mûxatab hatin girtin, hingî hevdîtinên li Cenevreyê dikarin cidî bin. Lê belê heta niha nêzîkatiyeke bi vî rengî nehat nîşandan. Ji ber nêzîkatiya hin dewletan, hîn jî dibêjin, 'Çareseriyek bêyî rojava pêkan e'. Eger bi vî rengî dewam bikin, nepêkane ku ji Cenevreyê çareseriyekê derxînin. Her wiha, eger bi van nêzîkatiyan re hevdîtinên Cenevre-3 pêk werin, wê Kurd van hevdîtinan ji nedîtî ve bên."

'PROJEYA SÛRIYEYA FEDERAL A DEMOKRATÎK WÊ BI XWE RE AŞTIYÊ BÎNE'

Şêx Baqî da zanîn, ku şerê 5 salan nîşan daye çareseriya pirsgirêkê bi şîdetê nabe û ragihand, hêzên di vê pêvajoyê de dest li Sûriyeyê werdidin, şerê li Sûriyeyê gurtir dikin. Şêx Baqî anî ziman, armanca wan ne geşkirina vî agirî ye, ew dixwazin di navbera gelan de aştî pêk were û got, "Hemû pêkhate û rengên civakî yên li Sûriyeyê bila bibin yên xwe. Bila kes xwe serdest nebîne û yê din tine neke. Yekane rêya çareseriyê ew e ku berpirsyariya Sûriyeyê bi hevparî were rakirin. Bi vê yekê re, divê her nasname û reng bê qebûlkirin. Eger hebûna her nasname û derdorê bê qebûlkirin, hingî wê baweriya ji xwe derkeve holê. Bi vî rengî jiyana bi hev re pêkane. Ev yek jî bi Sûriyeyeke federal a demokratîk dikare pêk were."

'EM HURMETÊ NÎŞANÎ VÎNA HER KESÎ DIDIN'

Şêx Baqî da xuyakirin, ku ew hurmetê nîşanî vîna her kesên li Sûriyeyê didin û destnîşan kir, ku li gorî wan li Bakurê Sûriyeyê rêveberiyeke federal di cih de ye. Şêx Baqî ragihand, ku di vê mijarê de ew hurmetê nîşanî vîna parçeyên din ên Sûriyeyê didin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi vî rengî yekparebûna Sûriyeyê dikare were parastin. Eger wê yekparebûna Sûriyeyê were parastin, divê yekparebûn û vîna Bakurê Sûriyeyê yanî Rojava were parastin. Eger ev neyê kirin yekparebûna Sûriyeyê nikare bê parastin. Eger rêxistin û pêkhateyên li herêmên bakur, başûr û navîn ên Sûriyeyê vîna hev nas bikin, hurmetê nîşanî hev bidin û vîna jiyana bi hev re derxînin holê, wê Sûriyeyeke federal a demokratîk biafire. Di rewşeke berevajî de çareserî li Sûriyeyê peyda nabe."

'LI ŞEHBA WÊ PROJEYA SÛRIYEYA FEDERAL A DEMOKRATÎK BI SER BIKEVE'

Cemal Şêx Baqî ragihand, ku di mijara çareseriya Sûriyeyê de yek ji herêmên girîng herêma Şehba ye û got, "Îro Erdogan êrîşî herêma Şehba dike. Tirkiye ku di polîtîkaya Sûriyeyê de daye dû xeyalên Osmanî, bi pêşengiya ji bloka Sûnî re xewna serdestiya li herêmê dibîne. Lê belê Şoreşa Gel a li Rojava û sîstema xwseriya demokratîk, ev planên Tirkiyeyê pûç kir. Dema dît QSD jî herêmê ji çeteyan paqij dike, bi bikaranîna rêbazên leşekrî re hewl dide demokratîkbûyîna Sûriyeyê asteng bike. Herêma Şehba Kobanê tîne bîra mirovan. Kobanê bû navendeke vînê. Îro li herêma Şehba heman tişt dibe sembol. Gelê Şehba wê mîna gelê Kobanê li ber xwe bide û bi ser bikeve. Ya bi ser bikeve wê projeya Erdogan an jî projeya Esad nebe. Şehba wê ji hêzên terorê bê paqijkirin. Di dema pêş de dibe ku Şebha di nava Sûriyeya Federal a Demokratîk de bibe xwedîr êveberiyeke xweser a demokratîk. Sûriyeya Federal a Demokratîk wê bi ser bikeve."