BI DÎMEN

Sûretekî Sûrê: Rozerîn...

Dayika Rozerîn Çûkûr Fahriye Çûkûr, ku ev çend hefte ne cenazeyê keça wê radestî wan nayê kirin, ji bo rakirina cenazeyê keça xwe banga alîkariyê li her kesên xwedî wijdan kir û got, "Êdî nema dikarim îdare bikim."

Dayika Rozerîn Çûkûr Fahriye Çûkûr, ku ev çend hefte ne cenazeyê keça wê radestî wan nayê kirin, ji bo rakirina cenazeyê keça xwe banga alîkariyê li her kesên xwedî wijdan kir û got, "Êdî nema dikarim îdare bikim." Xwişka Rozerîn Gulşah Çûkûr jî diyar kir, ku ew vê rewşê fêm nake û got, "Qet nebe bila goreke xwişka min hebe."

Rozerîn yek ji wan zarokan e ku malbat bi hesreta rakirina cenazeyê wê ye. Dayika Rozerîn ê rondik ji çavan dibare, li benda cenazeyê keça xwe ye. Hewl dide bi wêneyê di hembêza xwe de dilê xwe xweş bike, lê nabe. Çiqasî bêhn bike, çiqasî maçî bike jî ev wêneyê li pişt cama sar nakeve şûna ewlada wê. Mîna yên dayika xwe çavên wê yên bedew hebûn. Bi wan çavên xwe yên bedew niha li Sûrê li benda me ye Rozerîn, ji bo em wê werbigirin.

Dayik Fahriye Çûkûr ji bo gotina 'eger ne terorîst be çi karê wê li wir hebû' vê bersivê dide: "Keça min xwendekara pola dawî ya lîseyê bû, xwe ji bo ezmûnên zanîngehê amade dikir. Dixwest bibe psîkolog. Dixwest bixwîne û xeyalên min, bavê xwe û xwişk û birayên xwe pêk bîne. Lê belê Rozerîn li Sûrê, ku kincê dibistanê lê bû qetil kirin. Min pênûsek, kaxizek da destê wê û 10 salan li ser kursiyekê da rûniştandin. Ji ber ku keça min nexweşa dil bû, ji bo nebe hewcedarê kesî min xwest bixwîne, bibe xwedî pîşeyekî û wê jî ji bo vê hewl da. Lê belê sekvanan li Sûrê ew qetil kirin. Vê jî têrê nekir, Erdogan rabû ew terorîst îlan kir."

'ROZERÎN GELEKÎ JI CIVAKÊ Û HELBESTAN HEZ DIKIR'

Dayika Rozerîn diyar kir, ku keça wê miroveke gelekî hestewar bû û got, "Keça min gelekî ji civakê hez dikir. Hez dikir helbestan û çîrokan binivîsîne. Ji xwendina pirtûkan, ji çêkirina wêneyan, ji kişandina wêneyan ji gera li nava Sûrê gelekî hez dikir. Gelekî hez ji heywanan dikir. Bi taybetî ji pisîk û kûçikan gelekî hez dikir. Dema li derve kûçikekî bêxwedî didît yekser dianî malê. Rozerîn vejeteryan bû; dema dibihîst mirîşkek hatiye serjêkirin, qiyamet radikir. Digot, 'Hûn bêwijdan in, hûn çawa dikarin heywanekî serjê bike û goştê wî bixwin?'"

'KA WIJDANÊ WE?'

Dayika Rozerîn anî ziman ku zarokên li Sûrê ji ber ku Kurd in hatin qetilkirin û got, "Ti gunehî Rozerî tinebû. Dewletê canê me ji me stend, kezeba me şewitand! Çima cenazeyê me nadin me? Êdî bes e, ez nema dikarim îdare bikim. Ji vê derê bang li mirovan dikim; gelo hûn vî halê me nabînin? Halê me ne ti hal e! Werin cem me, ka wijdanê we, hûn çima bêdeng in? Kî ji xwe re dibêje bi wijdan im, Misilman im bila bê cem me. Yekane daxwaza me aştî ye, rakirina dorpêçiyê ye, bêdengbûna çekan e. Bila bes dilê dayikan bişewite."

ROZERÎN GELEKÎ HEZ JI HÎNKIRINÊ DIKIR'

Xwişka Rozerîn Gulşah Çûkûr anî ziman, ku Rozerîn gelekî hez dikir tiştekî hînî mirovan bike û agahiyên xwe parve bike. Gulşah Çûkûr got, "Xwişka min gelekî xweş dizanîbû wêneyan çêbike. Ji ber ku dizanîbû kêfa min jî ji çêkirina wêneyan tê, hînî min dikir. Ji kompûterê wêneyek vedikir û digot were em bi hev re xêz bikin. Piştî xêzkirina wêne, cihê kêm mayî nîşanî min dida. Dûre min heman wêne li gorî wê çêdikir. Bi saya wê ez jî hînê çêkirina wêneyan bûm."

'ÇÎROKA XWE NIVÎSAND'

Çûkûr anî ziman ku xwişka wê xwedî pênûseke gelekî xurt bû û got, "Xwişka min gelekî hez ji nivîsandina çîrok û helbestan dikir. Li dibistanê pêşbirkek hebû û xwişka min jî bi navê 'Li Fîskaya ciwantiya min' çîrokek nivîsand û tevlî pêşbirkê bû. Jê hatibû xwestin, wê jî nivîsand. Çîroka jiyana xwe vegot û bû yekemîn."

'DI NAVA HEFTEYÊ DE HERÎ KÊM PIRTÛKEK DIXWEND'

Çûkûr diyar kir ku Rozerîn timî pirtûk dixwend û got, "Rozerî her hefteyê herî kêm pirtûkek dixwend. Hema hema hemû pirtûk dixwend. Piştî ku hemû pirtûkên li malê xwend, vê carê ji bo xwendina xwe bidomîne xwe li pirtûkxaneya gel qeyd kir. Piştre qeyda min jî li pirtûkxaneyê çêkir û got, 'Em bi hev re pirtûkan bixwînin'. Gelek caran me heman pirtûk dixwend, dema pirtûk diqediya jî li ser wê pirtûkê me sohbet dikir."

'BILA ÊDÎ CENAZEYÊ XWIŞKA MIN BIDIN'

Gulşah Çûkûr bêwatebûna tiştên li wan tê kirin bibîr xist û got, "Êdî bes e, bila cenazeyê xwişka min bidin. Qet nebe bila goreke wê hebe. Bi ragirtina cenazeyan re dixwazin çi bikin, fêm nakim."

...