Sûr bi saetan e di bin bombebaranê de ye

Bomberana li hemberî Sûrê bi saetan e didome. Li gel dengê gulebaranê, dengê teqînên bilind ên li ser hev li hemû bajêr alan dide.

Li navçeya Sûrê ya Amedê di roja 83'emîn a dorpêçê de êrîşên hêzên dewletê jî girantir dibe. Ji saetên sibê ve ye, li gel gulebarana taxan dengê topbaranê jî kêm nebû. 

Di encama êrîşên giran de ji gelek noqteyên ku di bin dorpêçê de ne, dûxana reş bilind bû. 

Li navçeyê tevgera helîkopteran jî kêm nabe û dengê teqînên bilind ên li ser hev li hemû bajêr alan dide. 

Hate zanîn ku avahiyên ku zarok, jin û birîndar jî di nav de 200 welatî tê de asê mane, rastî êrîşên giran tên.