BI DÎMEN

'Stranên me yên azadiyê wê qet neqedin'

Ji Koma Nêrgiza Botan sê ciwanên din tevlî refên gerîla bûn. Ciwanên Kurd ên di nava HPG û YJA Starê de cih girtin gotin, "Em ê di nava refên PKK'ê de li ser şopa şehîdan bimeşin û hunera xwe bidomînin."

Ji Koma Nêrgiza Botan sê ciwanên din tevlî refên gerîla bûn. Ciwanên Kurd ên di nava HPG û YJA Starê de cih girtin gotin, "Em ê di nava refên PKK'ê de li ser şopa şehîdan bimeşin û hunera xwe bidomînin."

Ji Koma Nêrgiza Botan a ku di sala 2012'an de li navçeya Şirnex Cizîr dest bi xebatên xwe yên hunerê kir, heyşt ciwan tevlî nava refên gerîla bûbûn. Tevlîbûna komî ya endamên komê li nava gerîla, bandoreke mezin li gelê Kurd bi taybetî jî Cizîrê kiribû. Endamên komê yên ku li nava refên gerîla hem huner hemû gerîlatiyê dikin, her yek ji wan niha li eniyeke cuda ya Kurdistanê dest bi têkoşînê kirine û hin ji wan di şer de jiyana xwe ji dest dan. Ji endamên Koma Nêrgiza Botan bi têgihiştina 'her carekî dikeve hembêza axê, bi hezaran şîn dibe' sê ciwanên din dan ser şopa hevalên xwe û tevlî refên gerîla bûn. Ciwanên berê xwe dan çiyê gotin, "Ji bo dilsoziya bi hevalên şehîd em li nava refên têkoşînê ne. Xwedîderketina li bîrananîna wan, soza me ye. Li hemberî yên dixwazin dengê me bibirin, nêrînên me dîlbigirin, li nava refên PKK'ê di şerê azadiyê de, di destekî de çek, di destekî de tembûr û defa xwe, bi stranên azadiyê em ê têbikoşin."

'HUNER BI JIYANA AZAD RE DIBE'

Ernesto Kajî (Kerîm Çaba) di sala 1989'an de li Cizîrê ji dayik bûye. Bi bandora hevalê xwe yê zarokatiyê û yê nava komê Beşîr Ernesto tevlî nava refên gerîla bû. Kajî got, "Beşîr Ernesto hevalê min ê dema zarokatiyê bû. Di heman demê de em di nava komê bi hev re bûn. Piştî ku tevlî refên gerîla bû, bi lehengî têkoşiya û şehîd ket. Şehîd Beşîr ti carî dest ji hunera xwe û dest ji şerê xwe berneda. Min jî niha navê hevrêyê xwe rakiriye û ez ê li ser şopa wî bimeşim. Huner bi jiyana azad re dikare bê kirin. Em ê jî di nava vê jiyana azad de hunera xwe bidomînin."

Gerîla Kajî ku ji ber bi zimanê dayikê distirya rastî zextên hikûmeta AKP'ê hat û di emrekî zû de ket zîndanê, ew roj vegot: "Ji aliyê polîsê Tirk ve gelek caran hatim binçavkirin. Di binê çavan de îşkenceyên giran li min hatin kirin. Sê sal û nîv li girtîgehê hatim ragirtin. Piştî ji girtîgehê derketim, min fêm kir ku jiyana li nava sîstema TC ji bo min wateyek xwe nemaye. Sîstema AKP'ê ya kuştinên kiryar nediyar, yan jî zîndan nîşanî me dida. Ji bo careke din ev neqewime, ez jî tevlî nava refên gerîla bûm. Soza min e ji bo Beşîr û hemû şehîdên şoreşê; Em ê heta dawiyê têoşîna wan bidomînin."

'DI ŞERÊ AZADIYÊ DE WÊ ÇEKA MIN JÎ HUNERA MIN JÎ HEBIN'

Arjîn Çiyager a ku navê wê yê rastî Dîjle Aydî ye, di temenê biçûk de dest bi xebatên çand û hunerê kir. Gerîla Arjîn da xuyakirin, ku ji ber hezkirina ji welat û axa xwe ew tevlî nava refên gerîla bûye û destnîşan kir, ku ew ê şervanî û hunerê bi hev re bimeşîne. Arjîn Çiyager got, "Bi eslê xwe ji Cizîrê me. Bi malbata xwe re neçar mam demeke dirêj li Mersînê bijîm. Dûrketina ji ax û zimanê xwe, min gelekî baş dît. Civaka em di nav de bû, em nedixist nava xwe, nasnameya me qebûl nedikir. Vê yekê gelekî em diêşand. Nepêkan bû ku mirov hêrs nebin. Tevî hemû tiştên bi serê malbata min de hat me ti carî dev ji doza xwe bernedan. Min tiştek baş fêm kiribû, êdî nikarim di nava sîstemê de bijîm. Min ne dixwest di nava dibistanên dewletê de bixwîne û nedixwest di nav de bijîm. Min rêya şehîdan hilbijart. Her tim min rêya wan ji xwe re esas girt. Ji ber ku di nava sîstemê de bi awayekî azad nedijiyam, min berê xwe da çiyê. Ez ê xebatên xwe yên çand û hunerê li vê derê jî bidomînim. Li çiyayên azad, wê di destekî min de çek, di destê din de jî defa min hebe. Ez ê hunera xwe bidomînim."

'HETA KU SÎSTEM NASNAMEYA ME NAS BIKE, EZ Ê TÊBKOŞIM'

Rojhat Cizîr ê ku navê wî yê rastî Reşat Ozen e, di sala 1988'an de li Cizîrê ji dayik bû. Gerîla Rojhat Cizîr got, "Navê min ê rastî Rojhat e. Ji ber ku navekî bi Kurdî ye, dewleta Tirk li nasnameya min Reşat nivîsandiye. Ti carî hebûna me nehat qebûlkirin. Lê bifikirin; we dikin xerîbê we bi xwe. Jiyîna di nava jiyaneke bi wî rengî de bi rastî jî înkarkirina rastiay xwe ye. Sîstem vê rastiyê ewçend vedişêre, carna zehmet e ku mirov bibîne. Min di sala 2014'an de bi rêya hevalên xwe yên xebatên ciwanan dimeşand, PKK nas kir. Piştî ku min PKK nas kir, ji bo min mayîna di nava sîstemê de êdî bê wate bû. Kêliya ku min ev fêm kir, tevlî nava refên gerîla bûm. Heta ku dewleta Tirk me bi nasnameya me qebûl bike, ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Ez ê bibim şopdarê hevrêyên xwe yên şehîd ketine. Li çiyayên azad, ez ê hunera xwe bi awayekî azad bikim."

...