Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Saarbruckenê standa agahdarkirinê hat vekirin.
ANF
SAARBRUCKEN
yekşem, 12 tîrmehê 2015, 13:15
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Saarbruckenê standa agahdarkirinê hat vekirin. Standa li ber galeriya Ewropa hat vekirin, ji aliyê Ciwanên Azad Saarlandê ve hat organîzekirin.
Li standê tevî wêneyên Ocalan, alên PYD, Ciwanên Azad û wêneyên komkujiyên li Kurdistanê li hemberî sivîlan hatine kirin, hatin nîşandan.
Li standa ku rastî eleqeyeke mezin hat, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran belavok hatin belavkirin.