‘Şoreşa Rojava, şoreşeke ku sînorê Kurdistanê derbas dike’

Mexmûriyan diyar kir ku Şoreşa Rojava ji hesreta azadî, aştiya dihat xeyalkirin re bûye bersiv û got: “Hemû gel pêşeroja xwe di vê şoreşê de dibînin û xwedî li şoreşê derdikevin.” Mexmûriyan banga xwedîderketina Şoreşa Rojava kirin.

Mexmûriyan diyar kir ku Şoreşa Rojava ji hesreta azadî, aştiya dihat xeyalkirin re bûye bersiv û got: “Hemû gel pêşeroja xwe di vê şoreşê de dibînin û xwedî li şoreşê derdikevin.” Mexmûriyan banga xwedîderketina Şoreşa Rojava kirin.

Bi munasebeta 3. salvegera Şoreşa Rojava Mexmûrî ji ANF’ê re axivîn û gotin: “Rojava serketina têkoşîna hevpar a gelan e.  Di şexsê Kobanê de ya tenê şikest ne DAIŞ, paşverûtiya Rojhilata Navîn bû. Ji vir şûn ve em bi peywira avakirina şoreşê re rû bi rû ne.  Wan şoreş çawa pêk anî em ê wisa bidomînin.”

ŞOREŞA ROJAVA JI KAOSÊ DERKETIN E

Hevşaredarê Mexmûrê Kendal Kara got: “Bi bihara Ereban re geşedanên girîng derketin holê. Herêm ket hawirek kaotîk. Li Rojhilata Navîn pergala netewe dewletê îflas kir.  Lê ya nû nehat avakirin. Tevgera Azadiya Kurd bi paradîgmayeke nû li Rojava derketinek girîng kir. Şoreşa li Rojava pêk hat bi perspektîfa vê têkoşînê pêş ket. Bi têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava meşand zemîna şoreşê hatibû avakirin. Şoreş jî li ser vê zemînê hat afirandin.”

BÛ BERSIVA HESRETA GELAN

Kara da xuyakirin ku pêvajoya şoreşê ya di 19’ê Tîrmehê de bi Kobanê re destpê kir ji bo xeyal û hesretên gelan bû bersiv û ji ber vê jî xwedî lê derketin.  Kara diyar kir ku şoreşa li cihekî biçûk hatiye afirandin di demeke kurt de mezin bûye.

CÎHANÊ RÊZDARÎ NÎŞAN DA

Kara wiha berdewam kir: “Vê jî nêrîna cîhanê ya li dij Kurdan guhert.  Welatên Amerîka û Ewropayê bi salan bû tevgera Kurd terorîze dikirin.  Ji bo tevgerê reş bikin her tişt xistin dewrê. Lê dema derket holê DAIŞ ji bo hemû gelan tehdîde, ji bo xwe jî wek tehdîd dîtin.  Têkoşîna gelê Kurd qebûl kirin.  Li dijî têoşîna gelê Kurd rêzdarî nîşan dan.”

ME JI OCALAN BERXWEDANA ŞOREŞGER HÎN KIR

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Zulfê Spertî  bi lêv kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan şoreşa Rojava hat vê rojê û got: “Şoreşa Rojava hemû gel anîn cem hev.  Keç, xort û dayikên me  di vê şoreşê de cih girtin. DAIŞ li dijî vê îradeya gel têk çû. Azadî bedelên mezin dixwaze.  Em îro van bedelan didin.  Ji ber ku em şoreşan pêk tînin û ti şoreş bê bedel nabe.  Me berxwedana şoreşger ji Rêberê Gelê Kurd hîn kiriye.”

Endama Meclîsa Jinan a Îştarê Raperîn Nurhak jî  got şoreşa Rojava ji têkoşîna 30 salî ya Kurdistanê cudatir nekare bê nirxandin û  got ne pêvajoya sê salan divê ya 30s alî bê nirxandin.

Nurhak wiha berdewam kir: “Gel demeke dirêj di têkoşînê de hat rêxistinkirin.  Li dijî her cureyê êrîşê rejîma Baas berxwe da. Bi taybet li dijî ciwanan polîtîkayek dihat pêşxistin.  Tenê rejîma Baas ev nedikir.  Bi dewleta Tirk re ev dikir. Lê gelê Rojava tevî hemû zextan xwe rêxistin kirin. Berxwedana gelê Kurd hemû êrîş şikandin.

ŞOREŞA JINÊ YE

Nurhak bal kişand ser rola şoreşa jinê û wiha berdewam kir: “Arîn Mîrxan bi çalakiya xwe dîroknivîsî. Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye.  Ji hemdi alî îdeolojîk û hem jî di alî leşkerî de hêza pêşeng a vê şoreşê ye.”

BI RIHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ PÊK HAT

Li ser navê tevgera Ciwanan a Mexmûrê jî Zinarîn Kobanê axivî. Kobanê destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bi ruhê berxwedana zindana Amedê ya 14’ê Tîrmehê pêk hatiye û got şoreşa Rojava wek hilberîna berxwedanên dîrokî dertên holê.

...