Sofî: Bi ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê em gihîştin serketinê
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûredîn Sofî, Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an ji ANF'ê re nirxand.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûredîn Sofî, Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an ji ANF'ê re nirxand.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nûredîn Sofî, Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an ji ANF'ê re nirxand.
Sofî şehîdên Pêngava 1'ê Hezîranê bibîr anî û salvegera pêngavê li hemû gerîla û gelê Kurdistanê pîroz kir.
Sofî diyar kir, Pêngava 1'ê Hezîran li hemberî hamleya hezên navneteweyî ku li ser esasê tesfiyekirina tevgera wan dabûn destpêkirin, hatiye kirin û got, "Ev pêngav berxwedana mezin bi hevrêtiya Heval Erdal, Heval Mahîr, Heval Nûcan û bi dehan şehîdên qehreman ên tevlî vê pêngavê bûn, roj bi roj mezin bû, bi hevalê Reşît re gihîşt şerê gel ê şoreşgerî û bi hevalê Mehmet Goyî jî gihîşt lutkeyê. Li ser vê esasê dewleta Tirk gav paş de avet û mecbûr ma Serok APO mûxatab bigire, diyalogê bi Serok Apo re bike."
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Sofî da zanîn, ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê di roja îro de bi berxwedana rêveberiyên xweser dewam dike û wiha pêde çû; "Îro careke din dewleta AKP'ê planên îmhayê li ser gelê me dide meşandin û biryarê qetilkirine daye. Li ser vê esasê biryara xweseriya demokratîk, xwe bi xwe rêvebirinê ya gelê me daye û berxwedana li Cizîra Botan, Nisêbînê, Geverê, li Sûr a Amedê dewama ruhê 1'ê Hezîranê ye. Ez bawerim ew ruhê îro li Nîsêbînê bi navê rêveberiya xweser li ber xwe dide wê gelê Kurd bigihîne serketinê. Her wiha wê hikûmeta AKP'ê û rêveberiya Qesrê ya faşîst têk bibe. Îro rûhê li Cizîra Botan derkete holê bi Mehmet Tûnç, li Silopiyayê bi Sêvê û Pakîzeyan derkete holê, li Sûrê bi hevrê Çiyarger re derkete holê, ew ruh ruhê 1'ê Hezîranê, ruhê berxwedanê ye."
Sofî di dawiya axaftinên xwe de ragihand, berxwedan encex bi ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê dibe û got, "Edî şer tenê bi gerîla, li çiyayê Kurdistanê nabe. Her wiha gelê me li bendan, li xendekan, li bajarên Kurdistanê vê berxwedanê didomîne. Li ser vê esasê destketiyên gelê Kurdistan li her parçeyan bi ruhê berxwedanê bi dest xwe xistiye, encax bi berxwedaneke lig orî ruhê 1'ê Hezîranê bigihêje serketinê. Li ser vê esasê, ez dibejim îro berxwedana ku HPG dike, berxwedanê ku YPS û YPS-JIN dike, YJA Star dike her wiha her çar perçeyê Kurdistanê di bin ala Rêber APO de berxwedana li Kurdistanê tê kirin, ev ruhê biryarbûna mezin, cesareta mezin e. Ev ruhê berxwedanê bi Mehmet Tûnçan, Sêvêyan, Çiyageran, Azad û Çekdaran dewam kir, wê bigihêje serketinê. Soza wan şehîdan nû dikim; heta têkbirina sîstema faşîst a AKP'ê û jiyana azad û wekhev wê ev têkoşîn bidome."