Sivîlên li Sûrê bi qetlîamê re rû bi rû ne!
35 sivîlên li jêrzemînek li Sûrê asê mane bi qetlîamê re rû bi rû ne. Senîha Surer a yek ji kesên di jêrzemînê de maye ji kurê xwe re peyam şand, ragihand kur rewşa wan qrîtîk e.
35 sivîlên li jêrzemînek li Sûrê asê mane bi qetlîamê re rû bi rû ne. Senîha Surer a yek ji kesên di jêrzemînê de maye ji kurê xwe re peyam şand, ragihand kur rewşa wan qrîtîk e.
Li navçeya Sûr a Amedê êrîşên qirker ên dewleta Tirk û dorpêç dikeve roja 83’yemîn, derket holê ku 35 sivîlên xwe avêtine jêrzemînên li Taxa Hasirli bi qetlîamê re rû bi rû ne. Nuqteya sivîlan a ku di nav de pitik û zarok jî hene, di bin bomberdûmana hêzên dewleta Tirk de ne. Li ser dijwarbûna topbaranê, malbatên sivîlên ku di jêrzemînan de asê mane herikîn Şaredariya Sûrê ya navenda qirîzê hatiye avakirin, ji bo rizgarkirina xizmên xwe di nav hewldanan de ne.
SENÎHA SURER: REWŞA ME QIRÎTÎK E
Yek ji sivîlên asê maye jî dayika 5 zarokan, Senîha Surer a 57 salî ye. Surer ji jêrzemînê li kurê xwe Nezîr Sure geriya, bal kişand ku di rewşek qirîtîk de ne.
Nezîr Surer ji ANF’ê re axivî, destnîşan kir ku dayika wî û 35 kes bi qetlîamek komî re rû bi rû ne.
‘LI JÊRZEMÎNÊ GELEK PITIK Û ZAROK HENE’
Malbata Surer ku şêniyên gundê Fistikli yê navçeya Mahsertê ya Mêrdînê ne, ji ber 1992’an gundê wan hat şewitandin destpêkê koçî Îzmîrê, piştre jî Sûrê kirine. Surer destnîşan kir ku dayika wî ji şer gelek êş kişandiye, jiyana wê bi koçkirinê derbas bûye, wiha axivî: “Dema li Sûrê şer destpê kir, em tevahî ji Taxa Hasirli ya em lê rûdinişt derdiketin, dayika min nexwest malê biterikîne. Bê elektrîk, tî, di şertên pir zehmet de têkoşîna jiyanê da. Herî dawî bi dijwarbûna bomberdûman ve bi cîran û şêniyên taxê re xwe avêtin jêrzemînek avahiyekê.”
Surer ragihand ku herî dawî duh bi dayika xwe re axiviye, wiha got: “Dayika min got di jêrzemînê de 35 kes hene, piraniyên van jî pitikên 3 mehî û zarokên herî mezinê wan 11 salî pêk tê, ji bilî vê jî sivîlên ji ber şarapnelên bombeyên tên avêtin birîndar bûne li gel wan e.”
Surer xwest dayika wî û tevahî sivîlên li gel bi saxîtî bê rizgarkirin, xwest korîdorek mirovahiyê bê vekirin û topbaran bê bidawîkirin.
SIVÎLÊN ASÊ MANE
Agahiyên sivîlên ku li Taxa Hasirli asê mane wiha ne:
"Elif Su Aslan (4 mehî), Ozgur Aslan (3 salî) , Muazez Aslan (4 salî), Rojda Aslan ( 7 salî), Gulistan Aslan ( 11 salî), Beritan Tasun ( 2 salî), Şerife Tasun (10 salî), Seniha Surer ( 57 salî), Ruken ( 4 salî), Berfin ( 5 salî), Ahmet Karatay, Ihsan Karatay, Ekrem Karatay, Ahmet Karatay, Aynur Aslan, Mehmet Aktaş, Ferhat Efe, Vedat Yılmaz."