Sirgûnkirina girtiyan berdewam dike

Sirgûnkirina girtiyan berdewam dike

40 girtiyên li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê diman, li gel nexweşiyên wan yên giran jî dîsa sirgunî girtîgehên Derya Reş kirin. Girtiyên siyasî bi nameyekê diyar kirin ku her roj li girtîgehan cenaze derdikevin û wiha got: "Ev sirgûnkirinên nû rê li pêşiya ku cenazeyên din ji girtîgehan derkeve vedike. Bi 10'an hevalên ku ji bo dermankirinê ji aliyê Wezareta Dadê ve şandibûn Amedê sirgûnê girtîgehên Derya Reş hatin kirin. Girtiyan xwest demek berîya demekê sirgûn bi dawî bibin û hevalên wan ên hatine sirgûnkirin jî dîsa paşve bên kişandin.

Girtiyên girtîgeha Tîpa D ya Amedê têkildarî binpêkirinên mafan û sirgûnên dawî daxuyanî dan. Girtiyan, anîn ziman ku 40 hevalên wan yên ku piraniya wan bi nexweşiyên giran sirgûnî girtîgehên Derya Reş hatine kirin. Girtiyan li ser navê 600 girtiyên siyasî daxuyaniyek nivîski dan û anîn ziman ku li dijî girtiyan polîtîkayek taybet tê meşandin. Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha got: "Politîkayên hikûmeta AKP'ê ya li hemberî gelê Kurd û tevgera azadiya Kurd her ku diçe dijwar dibe. Polîtîkayên înkar û îmhayê yên AKP'ê her diçin pêş dikevin. Bi tevahî li Rojhilata Navîn û bi taybetî li dijî gelê Kurd polîtîkayên taybet tên meşandin.

Li dijî gelê kurd êrîşên faşîzane tên meşandin. 13 salin li dijî rêberê me tecrîdek giran û şerê taybet tê meşandin. Ev tecrîd û pêkanîna li dijî rêberê me pêk tê bi qasî misqalekê jî para xwe ji mirovahî û wicdan negirtiye. Hikûmeta AKP'ê bi tecrîda li ser Rêberê me, perçekirina gelê kurd û îmhaya gerîlla dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike. Lê em vê polîtikayê qebûl nakin. Gelê kurd û gerîla dê bi ruhê hevpar û serhildanê di ber xwe bide û têkoşîna xwe bilind bike.

40 GIRTÎ SIRGÛNÎ DERYA REŞ HATIN KIRIN

Girtiyan da zanin ku li girtîghan li dijî girtiyên PKK û PJAK'ê polîtîkayên taybet tê meşandin û girtîgeh li girtiyan bûye îşkence.

Girtiyan, destnîşan kir ku bi taybetî girtiyên siyasî yên nexweş sirgûnî girtîgehên rojava û Derya Reş dikin û ev bi her alî dibe pirsgirêkên mezin.

Girtiyan, diyarkir ku girtiyên bi navê Soydan Akay, Îzzethan Aykut, Înayet Mete, Osman Uzum, Şemsettin Kargili, Mahir Tekin, Selahattin Bayram, Kenan Yurek, Yilmaz Yurek, Tarik Tan, Şeyhmuz Kalir, Enver Ozkartal ji bo dermankirinê ji aliyê Wezareta Dadê ve sewqî Amedê hatibûn kirin û wiha gotin: "Ev hevalên me yên nexweşiyên wan giran, li gel nexweşiyên xwe dîsa sirgûnî Derya Reş hatin kirin.

GIRTIYÊN KU HATIN SIRGUNKIRIN WIHA NE:

Ridvan Çelîk sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşxaneyê, Enver Ozkartal, Ekrem Ay, Bulent Gokçe, Ali Kemal Turk, Tekin Bayram, Lezhat Degîrmencî, Enes Kutler sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê hate kirin. Yilmaz Yurek, Tarik Taş, Şeyhmuz Kalir, Mahir Tekîn, Înayet Mete, Şemsettin Kargili, Kenan Yurek, Îzzethan Aykut, Fîkret Karahan, Semih Polat, Hamza Yaman, Murat Yaman, Hamît Tîtîz, Îsmet Akan, Suat Yildiz sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Îneboluyê kir. Osman Uzum, Vedat Aydin, Seyithan Şen, Serdar Yildirim, Semîh Guler, Şaban Gozcu sirgûnî Tîpa T a Trabzonê hatin kirin. Veysi Aktaş, Ubeyt Şen, Ugur Arslan, Sedat Akyuz sirgûnî Girtîgeha Tipa E ya Giresînê hatin kirin. Soydan Akay, Enver Okten, M. Emin Nakçi, Recep Guler, Îlyas Efe, A. Rahman Tanyelî, Selahattin Bayram, sirgûnî Tîpa T ya Tokatê hatin kirin.

30 GIRTÎ SIRGÛNÎ MÎDYATÊ KIRIN

Girtiyan destnişan kir ku girtiyên kesên li Şirnex û Rihayê hatin girtin şandin Girtîgeha Amedê û girtiyên Amedê jî sewqî girtîgeha Mîdyatê kirine. Kesên sirgûnî Mîdyatê hatin kirin wiha ne: Îbrahim Avci, Şefik Yildirim, Bubo Azal, Tahîr Baran, Fikret Çelîk, Suphi Zengîn, Mehmet Akici, Ahmet Yenîlmez, Tahsin Yildirim, Enver Demîr, A. Selam Demîrkiran, Mehmet Çelîk, Îsmaîl Şimşeklî, Mucdet Gur, Selam Taş, Mustafa Yuksel, Alî Ayna, M. Cevat Aydin, Ahmet Îlbaş, Ahmet Dagtekin, M. Mehdî Dogan, Zulfikar Koyun, M. Şafi Sert, Beşîr Dogan, Reşat Ertan, Mustafa Çelîk, Serkan Demîr, Veysel Guler, Mehmet Uzel û Osman Aydin