Ji girtîgehên Tîpa E û Tîpa D ya Amedê gelek girtî tên sirgunkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, ji girtîgehên Tîpa E û D ya Amedê der barê girtiyên edlî de îro biryara sewqkirinê hatiye girtin.
Hate hînbûn ku ji girtiyan beşekê dê bişînin girtîgeha Alîaga ya ku 1420 km ji Îzmîrê dure. Tê payîn ku dê girtiyan di nava du saetan de sewq bikin.