Sirguna girtiyan ji girtîgehên li Kurdistanê didome

Sirguna girtiyan ji girtîgehên li Kurdistanê didome

Li Girtîgeha Bedlîsê 13 girtiyên jin sirgûnî girtîgeha Şakranê ya Îzmirê hatin kirin.

Li girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê 13 girtiyên jin ên di navde Pelîn Yılmaz, Cihan Asî, Ebru Arzu Erdal, Semra Avras, Cihan Oner, Zeynep Erdem, Naime Ozer, Edibe Ekmen, Emine Kie, Hacire Çetin, Şukran Karakoyun, Behiye Bor û Ulken Ozkan hene, 3 roj berê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Şakranê ya li Alîagaya Îzmirê hatin kirin.

Hate zanîn ku dema 13 girtiyên jin hatin sirgûnkirin gardiyanan xwest wan tazî bike û li ser wan lêgerînê pêk bîne, lê dema ku jinan bertek nîşanî vê yekê dan, 2 jin rastî lêdanê hatin.