Dadgeha Tirk, bi îdîaya kesê bi navê Ş.G. li Amedê molotofkoktey avêtiye, bi hinceta “endamê rêxistinê” û “madeya teqemeniyê pêre hatiye dîtin” 28 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê birî.
Rûniştina doza kesê bi navê Ş.G. yê ku bi îdîaya di sala 2008 de molotofkokteyl avêtiye 5 bankayên li Amedê, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pê khat.
Di rûniştina dozê de Ş.G. û parêzerê wî amade bûn. Ş.G. xwest parastina xwe bi Kurdî bike, lê dîwana dadgehê vê daxwazê red kir û wiha nivîsand; “Bersuc bi Tirkî daxuyanî neda.”
Parêzerê Ş.G. diyar kir ku di dosyayê de tu delîlên ku piştrast dikin muwekîla/ê wî ev suc kiriye tune ne û xwest serbest bê berdan.
Piştî navbereke kin, serokê dadgehê bi hinceta “Endamê rêxistinê ye”, “madeya teqemenî pêre hatiye dîtin” û “ziyan daye malê gelemperiyê”28 sal û 7 me cezayê girtîgehê li Ş.G. birî.