Silopiya 'qedexeya derketina derve' nas nake
Li navçeya Şirnex Silopiyayê, Walîtiya Şirnexê ji saet 20:00 ê 7'ê Hezîranê û pê ve, heta fermaneke duyemîn 'derketina derve' qedexe kir.
Li navçeya Şirnex Silopiyayê, Walîtiya Şirnexê ji saet 20:00 ê 7'ê Hezîranê û pê ve, heta fermaneke duyemîn 'derketina derve' qedexe kir.
Li navçeya Şirnex Silopiyayê, Walîtiya Şirnexê ji saet 20:00 ê 7'ê Hezîranê û pê ve, heta fermaneke duyemîn, Li taxen Yeşîltepe, Barbaros, Cûdî, Nûh, Yenîşehîr û Karşiyaka 'derketina derve' qedexe kir.
Qedexeya derketina derve, piştî ku li malpera fermî ya walîtiyê hat weşandin, ji hoparlorên mizgeftê hat anonskirin.
GELÊ SILOPIYAYÊ DAKET KOLANAN
Gelê Silopiyayê yê nerazîbûn nîşanî biryara Walîtiyê da, qedexeya derketina derve nas nekir, daket kolanan û li hemberî dorpêçiyeke gengaz tedbîrên xwe girt.
Bi îlankirina qedexeya derketina derve re, gelek xwendekarên ji ber xwarina li dibistanan hatin belavkirin bi jehrê ketin, li malên xwe asê man. Malbat ji ber rewşa zarokên xwe bi fikar in.
Xizmekî xwendekaran anî ziman ku şîrketa xwarinê belav dike nêzî AKP'ê ye û bi zanebûn zarok bi jehrê xistine.