Sîbel Bûlût a MLKP'yî li Dêrsimê hat oxirkirin

Cenazeyê şervana MLKP'ê Sîbel Bûlût a di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Dêrsimê hat veşartin.

Cenazeyê şervana MLKP'ê Sîbel Bûlût a di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Dêrsimê hat veşartin. Dayika Bûlût darbesta keça xwe hembêz kir û got, "Tu bi xêr hatiye cem Sakîne."

Cenazeyê Sîbel Bûlût (Sarya Ozgur/Eylem Denîz) a MLKP'yî, ku li eniya başûrê Kobanê di şerê 12'ê Kanûna 2014'an ê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Asrî ya Dêrsimê hat veşartin. Di merasîma cenaze de tevî malbata Bûlût, parlamenterên HDP'ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn, Alîcan Onlu, Hevşaredarên Dêrsim Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn, nûnerên MEYADER, HDP, DBP, DHF, ESP û gelek welatî amade bûn.

'TU BI XÊR HATÎ CEM SAKÎNE'

Dayik Zekiye Bûlût di merasîmê de darbesta keça xwe hembêz kir û got, "Tu bi xêr hatiye Dêrsimê, axa xwe. Tu bi xêr hatiye cem Sakîne." Cenazeyê Bûlût li ber dua û dirûşmeyan hat veşartin.

Serokê ESP'ê yê Dêrsimê Alî Ekber Kaya li vir peyivî û anî ziman ku Bûlût nikarîbû li hemberî rewşa li Kobanê bêdeng bima, lewma bi hawara jin, zarok û gelê bindest ve çûye. Kaya da xuyakirin ku li axa Bûlût lê jiyana xwe ji dest da bi sedan, bi hezaran kesan di şerê azadiyê de têdikoş in û got, "Hevrê Sarya jî wê bibe pira şoreşa jinê."

'WÊ STRANÊN AZADIYÊ JI BO WÊ BISTIRÊN'

Hevseroka MEYADER Şaxê Dêrsimê Sûdiye Tosûn jî diyar kir ku Bûlût yek ji sembolên Şoreşa Jİnê ya Rojava ye û got, "Dibe ku hevrê Sarya nikaribe tevlî govenda serketinê bibe, lê belê yên di têkoşîna şoreşê de dimeşin wê stranên azadiyê ji bo wê bistirên."