Sibe dê li Wanê tecrîda li ser Ocalan bigirseyî bê şermezarkirin

Sibe dê li Wanê tecrîda li ser Ocalan bigirseyî bê şermezarkirin

TUYAD-DER’a Wanê dê sibê tecrîta ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan saleke tê meşandin, bi girseyî daxuyaniya çapemeniyê bide.

TUYAD-DER’a Wanê bi boneya tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku saleke tê meşandin şermezar bike, dê bi girseyî daxuyaniya çapemeniyê bidin. TUYAD-DER’ê têkaldarî çalakiya sibê li konê rêxistina BDP’a Wanê civîn li dar xist. Di civînê de rêveberên TUYAD-DER’ê, Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Seroka Rêxitina BDP’a Wanê Mihrîban Şah, rêveberên BDP’a bajêr û Sixkê, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, nûnerên saziyên civakî û gelek kes amade bûn.

Di civînê de rêveberê TUYAD-DER’ê ya Wanê Necmî Kalçik diyar kir ku, dê sibê bi piştgiriya gelek sazî û girseyî tecrîtê dê şermezar bikin. Kalçik bang li hemû gelê Wanê kir û xwest xwedî lê Rêberê xwe derkevin û bêdewng nemînin û wiha got: "Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vîna gelê kurd e. Ev saleke di bin tecrîtek giran de dijî.

Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer jî diyar kir ku, tecrîda ku saleke li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin bi zanebûn û pergaliye. Uçer anî ziman ku, ew dê sibê bi girseyî çalekiya şermezarkirina tecrît êli dar bixin û wiha got: “Pêwîste gelê Kurd û Wanê xwedî li vîna xwe derê. Serok Ocalan serokê gelê kurd yê herî têkoşer e. Tecrît ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve tê meşandin. Xwedî derketina li Serok tiştek herî pîroz e. Emê sibê bi piştgiriya gelek sazî gelê xwe çalekî li dar bixin.”

Piştî axaftinan civînê bi pêşniyara beşdaran bi dawî bû.