Show Tv serbest e, lê Merwanî qedexe ye!

Show Tv serbest e, lê Merwanî qedexe ye!

Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kûrbanoglû nerazîbûn nîşanî qedexekirina navê Perqa Merwanî ku bi hinceta tîpa 'W' di nava tîpên tirkî de tune ye hatiye dayîn, da û wiha got: "Bila binêrin li Show TV'yê de jî tîpa 'W' heye. Hûn dizanin hukumeta AKP'ê pêngavekî xwe ya 'demokrasiya pêşketî' pêk anî û kurdî kir wekî dersa hilbijartî. Kesên ku bersiva wê dizane bila bersiv bide."

Şaredariya Yenîşehîra Amedê derbarê biryara Qeymeqamtiya Yenîşehîr a qedexekirina navê Parka Merwanî ya ji ber ku di nav de tîpa 'W' heye û ne li gorî zagona tîpên Tirkî ye hatiye qedexekirin, li ber Parka Merwaniyê daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de rêvebirên BDP'ê ya bajar û navçeyan, endamên meclîsa şaredariyê û Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kûrbanoglû amade bû. Kûrbanoglû li hemberî biryara qeymeqamtiyê nerazîbûnek tund nîşan da û diyar kir ku hewce dîtine ku qedexekirina navê parka ku di 8'ê Adarê de diyarî jinan hatiye kirin bi raya giştî par ve bikin. Kûrbanoglû anî ziman ku navê parkê bi hinceta dijî rêgezên bingehîn a makezagonê, mewzûata heyî, exlaqa giştî ye û dê rê veke ku cudaxwazî pêş bikeve hatiye qedexekirin û wiha got: "Dibêjin tîpa W dijî zagona têkilî pejirandina tîpên Tirkî ye. Lê hinceta qedexekirinê ya rast, naxwazin kurd navê Merwaniyan ku bapîrên kurdan in, bi kar bînin. Em bi pêngava demokrasiya pêşketî ya hukumeta AKP'ê re rû bi rû mane. Li gorî vê hemleyê zimanê me carekî din hate qedexekirin." 'KESÊN KU BERSIVÊ DIZANE BILA BERSIVÊ BIDE'

Kûrbanoglû destnîşan kir ku ji bilî Kurdan zimanê Kurdî ji bo hemû kesan serbest e û wiha axivî: "Dema ku me li ser dayîna navê Merwanî ya perqekî nîqaş dikir, walîtî bi boneya salvegera Serkeftina Çanakkaleyê li bîlbordan bi Kurdî hevokekî wekî 'Hembêzkirina me, wê bibe cejna wan' daliqand, lê tîpa 'W' ya wir nebibû pirsgîrêk. Di qanala fermî ya dewletê TRT-6'ê de gelek caran tîpa 'W' derbas dibe, lê li wir jî nabe pirsgirêk. Bila binêrin, li Show TV'yê de jî tîpa 'W' heye. Hûn dizanin hukumeta AKP'ê pêngavekî xwe ya 'demokrasiya pêşketî' pêk anî û kurdî kir wekî dersa hilbijartî. Kesên ku bersiva wê dizane bile bersiv bide."