Serweriya gerîlayan a li ser Şemizînanê berfireh dibe

Serweriya gerîlayan a li ser Şemizînanê berfireh dibe

Serweriya gerîlayên HPG’ê li ser Şemizînanê berdewam dike. HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan di 16’ê tebaxê de li navçeya Şemizînan a Geverê pêk anîn de ragihand “Di encama vê çalakiyê de 4 jê li cihê çalakiyê bi giştî 5 polîsên tevgera taybet hatine kuştin.” HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a li dijî qereqola Depînê jî de agahî da.

Ji 23’yê tîrmehê ve serweriya gerîlayên HPG’ê ya li ser navçeya Şemizînanê berdewam dike. Herî dawî, gerîlayan cara yekemîn çalakiyek dişibe çalakiya di sala 1997 de, li navenda Colemêrgê li dar xistin.

LI DIJÎ QEREQOLA POLÎSAN A DEPÎNÊ ÇALAKÎ

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê çalakiya gerîlayan a li dijî Qereqola Polîsan a Depînê de agahî da û got; “Di 16'ê Tebaxê de di saet 18.30'an de li navenda Colemergê li dijî Qereqola Polîsan a Depinê, girê ewlekariya qereqlê digire, lojmanên polîsan, şantiya ku qereqol ewlekariya wê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyên hemwext hatiye lidarxistin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “çalakiya ji 3 baskan hate lidarxistin û hemû hedef bi bandor hate lêdan, 2 saetan pevçûn berdewam kiriye, hêzên dijmin ê xwestiye ji hewa û bejahî de mudaxele bike ji aliyê gerîlayên me ve bi awayeke bandor hatiye lêdan û neçar mane paş de vekişin. Di vê çalakiya hejmara kuştî û birîndarên dijmin ên zelal nebûye, dijmin bi 8 embûlansan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Çiyayê Simbil jî di nav de cihê çalakiyê û derdora wê hîn jî di bin kontrola gerîlayên me de ye. Herweha li herêmê li hin cîhan hîn jî pevçûn berdewam dikin.”

JI 1997’Ê VE YEKEM CAR

Li gorî agahiyên ji gerîlayên HPG’ê hatine bidestxistin, gerîlayan piştî di 23’yê tîrmehê de li Şemizînanê û di 4’ê tebaxê li Çelê herêmê xistin bin kontrola xwe, vê carê jî ber bi navenda Colemêrgê ve serweriya xwe ya li ser herêmê berfireh kirin.

Herî dawî, di gerîlayan di 9’ê tebaxa 1997 de li navenda Colemêrgê li dijî gelek nûqteyan çalakiyeke hemwext pêk anî. Gerîlayan dan zanîn ku artêşa Tirk beriya 15 salan jî nekarîbûn ji qereqolên xwe derbikevin û bersiv nedabûn çalakiyên gerîlayan.

5 ENDAMÊN TEVGERA TAYBET HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di 16'ê Tebaxê de di saet 17.40'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Muduriyeta Ewlehiyê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Di encama vê çalakiyê de 4 jê li cihê çalakiyê bi giştî 5 polîsên tevgera taybet hatine kuştin. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi 5 embûlansan ji herêmê dûr xistiye.”

CEJNA 15’Ê TEBAXÊ LI GEL HAT PÎROZKIRIN

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlayan di 16'ê Tebaxê di saet 21.30'an de li Colemergê li ser riya Gever û Esendereyê rê kontrol kirine û ev agahî hat dayîn; “Di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatiye kontrolkirin û gerîlayên me cejna vejînê ya 15'ê Tebaxê li gel pîroz kirine. Di dema venêrînê de TIRek li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û rûxandin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê aşkere kir ku di 15'ê Tebaxê de di saet 23.40'an de li navçeya Îslahiya Dîlokê li ser riya Fermandariya Alayê û girê ewlekariya wê de dozerek ji aliyê gerîlayan ve hatiye şewitandin û rûxadin.

LI DARA HÊNÊ OPERASYON

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 16'ê Tebaxê de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li dijî herêma Akdagê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi piştgiriyan helîkopoterên kobrayan bi daxistinan operasyonek hatiye lidarxistin. Artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bê ser û ber bi hewan û obusan herêm bombebarankiriye, ber bi êvarî jî operasyon bê encam paş de vekişiyaye.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 15'ê Tebaxê de di navbera saet 23.00-24.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî derdora gundên Hergûş û Govendê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî ldiarxistiye. Di encama bombebaranê de rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye herweha hin gundî jî birîndar bûye.

LI DÊRSIM Û ÇELÊ BOMBEBARAN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê operasyon û bombebaranên li Dêrsim û navçeya wê Pulemurê de got; “. Di 16'ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-19.00'an de li navenda Dersimê li dijî Geliyê Harçik, Hingirvan, Dokuzkayalar ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan bi dijwarî hatiye bombekirin, pişt re li dijî herêmê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

Di 13'ê Tebaxê de li navçeya Pulumura Dersimê li dijî herêmên Kizilmecit û Kevirê Spî ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyona hatibû destpêkirin hîn jî bi rengê kemîn û keşvê berdewam dike. ”

Di daxuyaniyê de der barê bomberana li Çelê de jî hat gotin; “ Di 16'ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-19.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Çiyayê Garê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”

ÇALAKIYÊN GÊRÎLAYÊN YJA STARÊ ZÊDE DIBIN

Di van demên dawî de gêrîlayên YJA Starê jî çalakiyên xwe zêde kirin. Herî dawî gêrîlayên jin li dijî fermandariya tûgaya li navçeya Şemzînana Colemêrgê çalakî pêk anîn.

Navenda Çapemeniya YJA STAR’ê di malpera xwe ya fermî www.yja-star.com ya Yekîneyên Jinên Azad de der barê çalakiyan de ev daxuyanî da: “ Hêzên me yên YJA Starê di 16’ê Tebaxê di navbera demjimêrên 14.00-15.00’an de li dijî fermandariya tûgaya li navçeya Şemzînan Colemêrgê çalakî pêk anîne. Di çalakiyê de beşek yê avahiya fermandariya tûgayê hilweşiyaye. Di çalakiyê de hêjmara mirî û birîndarên dijmin nehatine zelalkirin û piştî çalakiyê artêşa TC ya dagirker herêm bê serûber bi obis û hewana topbaran kirine.”