Di pêngava 'Xezeba Firatê' de ku ji hêla hêzên QSD'ê ve, bi mebesta rizgarkirina Reqayê dest pêk kiriye, şervanên YPG/YPJ’ê jî hene. Şervanên li herêma operasyonê ji ANF’ê re axivîn û gotin, ev pêngav ji bo hemû dinyayê girîng e.
SÎNAN DENÎZ
REQA / ANF
yekşem, 6 sermawezê 2016, 13:50
Di pêngava 'Xezeba Firatê' de ku ji hêla hêzên QSD'ê ve, bi mebesta rizgarkirina Reqayê dest pêk kiriye, şervanên YPG/YPJ’ê jî hene. Şervanên li herêma operasyonê ji ANF’ê re axivîn û gotin, ev pêngav ji bo hemû dinyayê girîng e.
‘JI BO MIROVANIYÊ PÊNGAVEK E’’
Şervanê YPG’ê Şoreşger Rojava ku li Rojava di nav gelek şeran de maye, diyar kir, ev operasyon ne tenê ji bo Reqqa, ji bo hemû dinyayê girîng e. Şervanê YPG’ê Şoreşger Rojava ji ANF’ê re wiha got: ‘’Ev pêngaveke dîrokî ye. Bi pêngava Minbiçê çeteyan darbeyeke xweş xwarin. Reqqa ji bo çeteyan navendeke girîng e. Çeteyan zilmeke mezin li gelên van xaka kir. Em ê yek çeteyî li van xakan nehêlin. Em ê heta dawiyê bi pey wan bikevin. Divê bi taybetî vê bibêjim; rizgarkirina Reqqa ne tenê ji bo Reqqa ji bo hemû dinyayê girîng e. Çete ji vê derê ewlehiya dinyayê dixin talokeyê. Çavê dinyayê li vir e. Ên ku li vir dijîn jî bi vê dizanin. Em, zarokên vî gelî bi vê hişmendiyê di nav vê operasyonê de ne.’’
‘EM Ê BI SERKETINÊ BI ENCAM BIKIN’
Azad Grê Spî, li ser rêya Reqqa wiha got:
‘’Operasyona Xezeba Firatê dest pê kir. Li pêş me qadeke berfireh heye. Pêngav berfireh e. Em bibaryar in ku bigihijin armanca xwe û bi ser bikevin. Ji bo ku em gel ji bin zilma DAIŞ’ê rizgar bikin, heta bi dilopa xwîna xwe ya awî em ê têbikoşin. Gelê Reqqa yê ku dev ji xaka xwe berdaye, bi bêrî li bendê ne ku li bajarê xwe vegerin. Ji bo vê jî em ê vê pêngavê bi ser bixin.
Em weke şervanên YPG, YPJ, QSD’ê moralê me pir baş e. Em biryardarin û kêfxweş im ku em ê gelê Reqqa yê di bin zilmê de ye rizgar bikin û tola şehîdan hilînin.’’
KOÇERÎN: EM Ê JINAN RIZGAR BIKIN
Şervanên jin ên YPJ’yî ku di nav Operasyona Xezeba Firatê de cih digirin, gotin, ji mêj ve ew li benda vê pêngavê ne û li Reqqayê tola jinan hilînin.
Delîla Koçerîn û Evîn Rojda ku di nav pêngava operasyona rizgarkirina Reqqa de cih digirin ji ANF’ê re axivîn.
Delîla Koçerîn: ‘’Ji mê ve ye em li benda vê operasyonê bûn. Ji bo ku dest pê kir, moralê me pir baş e. Em pêngava Reqqayê weke fînalê dibînin. Ji ber ku ev der biryargeha DAIŞ’ê ye. Çeteyên DAIŞ’ê pir zilm li jinan kirin, jin kirin kole. Zarokên keçik revandin. Ji bo ku em ê wan jinan azad bikin, em pir kêfxweş in. Jinên ku di berxwedana Kobanê de lehengî kirin, di vê pêngavê de amade ne.’’
‘EM Ê DIYARÎ HEMÛ MIROVAHIYÊ BIKIN’
Evîn Rojda: ‘’DAIŞ’ê pir zilm û zordarî li gelên vê xakê kir. Bi vê pêngavê em ê tola wan hilînin. Em ê tola şehîdan hilînin. Em ê tola wan jinan hilînin ku di bin zilma DAIŞ’ê de bûn ekole. Ez bawer dikim ev pêngave wê bi ser bikeve. Ez vê pêngavê di şexsê jinan de diyarî hemû mirovahiyê dikim. Ez serkeftinê ji hemû hevalan re dixwazim ku di nav vê pêngavê de ne. Ez hemû Kurdistaniyan slav dikim ku ji dil li pişt me ne.’’