Şervanên Suryanî: Şêniyên Reqayê tehma azadiyê kirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, ku di nava Pêngava Xezeba Firatê de cih digirin gotin, armanca wan paqijkirina axa Sûriyeyê ji çeteyen DAIŞ'ê ye. Şervanan diyar kirin, ew dixwazin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin.
MAHÎR YILMAZKAYA
REQA / ANF
sêşem, 20 berfanbarê 2016, 08:38
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Havro û Zeyd ji ANF'ê re axivîn û anîn ziman, di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de bejahiya Firatê her roj ji çeteyên DAIŞ'ê tê paqijirin û ew gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşin.
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Havro got, "Em yek ji kevintirîn gelê vê derê ne. Li ser vê axê em bi rengekî xwişk-bira bi gelên din re jiyan" û anî ziman, ku ji destpêkê ve ew di nava vê pêngavê de ne.
Havro da zanîn, bi Pêngava Rizgarkirina Reqayê re beşeke girîng a bejahiya Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin û destnîşan kir, ku şêniyên Reqayê êdî tehma azadiyê kirine.
Havro da zanîn, ew tevî şervanên ji gel û baweriyên din, mil bi mil li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin û wiha dewam kir: "Em çiqasî li kêleka hev şer dikin, îradeya me ya jiyana hevpar jî ewqasî xurt dibe. Yekîtî û biratiya gelan xurt dibe. Baweriya me tam e, ku em ê Reqayê azad bikin. Sûriyeya Demokratîk, çi zû çi jî dereng wê ava bibe."
Şervanekî din ê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Zeyd jî bibîr xist, ku şer bi giranî hildiweşîne, lê carna biratiya nava civakê xurtir dike.
Zeyd da xuyakirin, Reqa bi dewlemendiya çanda xwe tê naskirin û anî ziman, ew serbilind e ji ber ku di nava operasyona rizgarkirina bajarekî bi vî rengî de cih digire.
Zeyd diyar kir, di Pêngava Xezeba Firatê de gelek bawerî û gelên cuda yên Sûriyeyê li hev civiyan e û ew dixwazin dawî li zilma çeteyan a li Reqayê bînin.