BI DÎMEN

Şervanên Reqayî: Em diçin ser axa xwe

Operasyona Rizgarkirina Reqayê bi navê 'Xezeba Firatê' dest pê kir. Gelek şervanên Kurd û Ereb cihê xwe di nava vê operasyonê de digirin. Yên herî zêde balê dikişînin jî ciwanên Kurd û Ereb ên ji Reqayê ne.

Ciwanên Kurd û Ereb ên ji ber dagirkeriya DAIŞ'ê neçar man bajêr biterikînin, ji bo axa xwe rizgar bikin bi hev re şer dikin. Şervanan di roja destpêkê ya operasyonê de hest û ramanên xwe ji ANF'ê re vegotin.

Ahmed Hasan endamê tabûra bi navê Lîwa Tahrîr e. Ji Reqayê ye û Ereb e. Ahmed Hasan wê li refên herî pêş ên operasyonê şer bike. Beriya biçe eniyên pêş, nêrînên xwe bi vî rengî parve dikin: "Bi vê pêngavê, em ê gelê xwe yê li Reqayê ji zilma DAIŞ'ê rizgar bikin. DAIŞ dibêje ew Îslam e, lê ti eleqeya wê bi Îslamiyetê re nîne. Ez bang li gelê me yê li Reqayê dikim; bila ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê derkevin û bên cem me. Yan jî xwe ji wan vegirin. Em ji bo rizgarkirina wan tên."

'EV OPERASYON JI BO HEMÛ GELÊN LI REQAYÊ GIRÎNG E'

Dilovan Reqa jî şervanekî Kurd e. Bi xwe li Reqayê mezin bûye û piştî dagirkeriyê neçar maye bajêr biterikîne. Niha di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk de cih digire. Dilovan Reqa ji bo operasyonê dibêje: "Gelê me yê li Reqayê di nava zilmê de ye. Hêz bi wan re nema ye ku êdî xwe li zilma DAIŞ'ê ragire. Ji ber ku em bi vê dizanin, me dest bi pêngavê kirin. Ji bo rizgarkirina gelên Kurd, Ereb, Ermenî û Tirkmen ên li Reqayê dijîn, ev pêngav gelekî girîng e. Ev pêngav hem ji bo rizgarkirina gelê me yê demeke dirêj e di nava zilma DAIŞ'ê de ye, hem jî ji bo me Reqayiyên demeke dirêj e dûrî axa xwe ye, girîng e. Em ji ber zilma DAIŞ'ê reviyan û me xwe li cihekî din girt. Em dixwazin bi rengekî azad li mala xwe bijîn."

...