BI DÎMEN

Şervanên QSD'ê: Em ê gelê Minbicê ji zilma DAIŞ'ê rizgar bikin

Şervanên QSD'ê yên tevlî operasyona rizgarkirina Minbicê bûne diyar kirin, ew ê gel ji zilma DAIŞ'ê rizgar bikin. Şervanan bang li gel jî kirin, ku li dijî DAIŞ'ê şer bike.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di 1'ê Hezîrana 2016'an de dest bi Pêngava Rizgarkirina Minbicê kir, ku bajar ji sala 2014'an û vir ve di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ye. Pêngava Rizgarkirina Minbicê ji aliyê başûr ve ji bajarokê Tişrînê û ji aliyê bakur ve jî ji xeta gundê Qereqozaxê tê meşandin.

Şervanê QSD'ê Şoreş Şedadê ku di heman demê de endamê Tabûra Şehîd Reşo ye û di baskê duyemîn ê ji Pira Qereqozaxê bi rê ket, ji ANF'ê re axivî.

'GEL XWE GIHAND HÊZÊN ME Û ALÎKARÎ XWEST'

Şedadê da xuyakirin, ku pêngaza rizgarkirinê li ser daxwaza gelê herêmê hatiye destpêkirin û destnîşan kir, ku ew ê gelê Minbicê ji zilma çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin.

Şedadê got, "Weke Tabûra Şehîd Reşo, em ji Anteriya Qamişlo hatin vê derê. Em hatin alîkariyê bidin operasyona rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê. Gelê Minbicê ev du sal in di bin zilma çeteyên DAIŞ'ê de ye. Êdî gel nema dikare îdare bike. Gelê Minbicê hem bi telefonan, hem jî bi rêya nameyan xwe gihand Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzên QSD'ê. Şêniyên bajêr gotin, 'Werin me ji zilma DAIŞ'ê rizgar bikin'. Bi destûra Xwedê em ê gelê Minbicê rizgar bikin. Hêzên kaolîsyonê jî bi desteka hewayî tevkariyê li vê operasyonê dikin. Em ê Minbicê û hemû herêman ji zilma DAIŞ'ê rizgar bikin."

BANGA LI GEL

Şedadê bang li gelê herêmê jî kir, ku hîn bêhtir bi wêrekî tevlî hêzên operasyonê bibe û li dijî DAIŞ'ê şer bike.

'GELEK KUŞTIYÊN ÇETEYAN HENE; ME GELEK CEBILXANE BI DEST XISTIN'

Şervanê QSD'ê Demhat Tirbespî jî ku di nava operasyonê de cih digire got, "Bi armanca destekkirina operasyona Meclîsa Leşkerî ya Minbicê em ji Qamişloyê hatine vê derê. Di vê xetê de em destekê didin pêngavê. Ji ber ku Pira Qereqozaxê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye teqandin, em bi botan ji Çemê Firatê derbas bûn. Çeteyan hemû girên li dora çem girtibûn. Piştî ku em derbasî vî aliyê pirê bûn, şer destpê kir. Em çiqasî bi pêş de çûn, wan ji neçarî xwe vedikişand. Bi fuzeyan êrîş kirin. Şehîdên me nebûn, lê ji wan kuştî gelek in. Li ser giran, çeperên zexm çêkiribûn. Her aliyên çeperan bi tunelan bi hev re girêda bûn. Mayîn çandibûn. Lê tevî vê yekê jî hemû gir ji çeteyên DAIŞ'ê hatin standin. Hemû cebilxaneyên li çeperan ketin destê me."