BI DÎMEN

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê bi pêş ve diçin

Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê di roja 9. de ye. Şervanan êrîşa çeteyan a li dijî gundên Sêgul û Mecbenî şikandin û her bi pêş ve diçin.

Şervanan di çarçoveya pêngava rizgarkirina Reqayê de, di nava 24 saetên dawî de gundên Haniyê, Bîr Zahîr, Kerwan, Bîr Zayît û Tûvehîna ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Di vî şerî de 27 çete hatin kuştin.

ÊRÎŞA ÇETEYAN A LI DIJÎ SÊGUL Û MECBENÎ HATE TÊKBIRIN

Çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşî li şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê bigirin, danê vê sibehê saet di 04:00 de êrîşî gundên Sêgul û Mecbenî kirin. Di encama şerekî dijwar de êrîşa çeteyan hate têkbirin û 9 çete hatin kuştin. Şerê li vê herêmê dewam dike.

DOR LI 54 GUNDAN HATE GIRTIN

Şervanan xwe gihandine Çemê Firatê û dor li 54 gundên biçûk û mezin ên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin, girtine.