Girseya gel ku cenazeyên tekoşerên Cebhet El-Ekrad Esmet Osman (Rojava Efrîn), Fikret Ocak (Aram Qoser), Elî Socay (Hogir Rojhilat), Selah Sîbo (Romat Çîlo), Mihemed Ormacî (Bawer Cûdî), Têkoşera Eniya Parastina Jinên Şehba Leyla Baksoy (Zîlan Sozan Koy) ên di 19`ê Mijdarê, şervanê Cebhet El Ekrad Ciwan Dîngilî (Cûdî Zagros) ê 20`ê Mijdarê li herêma Şehba û Endama Rêveber a Kongireya Star Fatme Silêman a di 20’ê Mijdarê û şervanên QSDʹê Ehmed Hedar (Ehmed Hedar) û Mihemed Crêb (Firat Serêkaniyê) jiyana xwe ji dest dabûn û wergiritin. Bi konvoyekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Seyîdo ya gundê Kefer Seferê ya navçeya Cindirêsê û goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya gundê Berkevirê ya Serêkaniyê ve bi rê ketin.
Girse wêneyên têkoşeran, ala Cebhet El-Ekrad, Ceyîş El-Siwar, QSD’ê, Tevgera Civaka Demokratîk û Kongreya Star hildabûn û dirûşmeya `Şehîd Namirin` berzdikirin.
Şervanên YPJ/YPG`ê toraneke leşkerî lidarxistin. Piştî torana leşkerî ya şervanan Serokê Desteya Parastine û Erkaxweparastine Ebdo Îbrahîm axivî û got têkoşîn û hewldanên ku her 3 Kanton bigihîjin hevdû berdewam e, gelek şervan ji bo welatê xwe rizgarbikin xwîna xwe rijandin, em e jî xwedî li wan derbikevin û rêça Rêber APO bişopînin.
Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Cindirêsê Hesen Berko axivî û sersaxî ji malbatên Şehîdan re xwest. Berko di berdewamiya gotinên xwe de got em sozdidin cangoriyan ku riya wan bişopînin û wiha pê de çû:ʺ em di pêvajoyeke dîrokî û girîng re derbas dibin. Em şerê hebûn û tinebûne dimeşînin û divê gel di vê şoreşa ku bi xwîn û têkoşîna Şehîdan biserbikeve, bibe xwedî rolekî girîngʺ.
Rêvebera Kongreya Star Viyan Yeşar di vê pêvajoyê de girîngiya xwe birêxistinkirine vegot û got di vê aloziya ku Sûrî tê re derbas dibe xwe birêxistinkirin tişta herî girîng e.
Malbatên cangoriyan jî di merasîmê de axivîn. Kurê Şehîd Fatma Silêman Kendal Şêxo axivî û got: ʺDijminê ku dayîkan qetildike ew ti carî nagihîje hedefa xwe. Heyanî dawiyê em biserkeftina şoreşa xwe bawer in û em ê têkoşîna xwe berdwam bikinʺ.
Girse bi dirûşmeya `Şehîd Namirin` şehîdên xwe defin kirin.