Şervanên Azadiya Minbicê nanê xwe parve dikin

Hêzên Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla, li herêmên ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin nanê xwe bi gel re parve dikin.

Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla ya li ser xetên Tişrîn û Qereqozaxê destpê kir, dewam dike. Hêzên operasyonê, li herêmên ji çeteyan paqij dikin, bi gel re têkiliyeke xurt datînin.

Operasyon di roja 8. de ye. Heta niha herêmeke berfireh ketiye bin kontrola şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Li herêm û gundên şer lê diqewimin, hêzên operasyonê ji bo mirovên sivîl zerarê ji şer nebînin tedbîrên berfireh digirin. Hêzên operasyonê, beriya şer destpê bike, sivîlan dibin herêmên ewle. Li gundên ji DAIŞ'ê hatine paqijkirin jî, piştî ku mayînên hatine çandin tên rakirin, gundê ji nû ve tên bicihkirin.

Tevî ewlekariyê, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di heman demê de bersivê didin pêdiviyên rojane yên gel. Heta ji şervanan tê, hewl didin ji gel re bibin alîkar. Nanê xwe bi gel re parve dikin.

...