Şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji ber êrîşa balafirên şer ên Tirk jiyana xwe ji dest da

Di encama êrîşên balafirên şer ên Tirkiyeyê de, ku şevê din bombe li bargehên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê barandin, şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê baregehên Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundên Şêx Nasir, Qert Wêran û Îlan ên li rojavayê bajarê Minbicê bombebaran kirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatine wergirtin, ji ber bombebarana duh a balafirên şer ên Tirkiyê ku bi qasî 2 saetan dewam kir, şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn. Çavkaniyan diyar irin, balafirên şer ên dewleta Tirk 6 caran li van gundan xistine û wiha dewam kir: "Şervanekî Melcîsa Leşkerî ya Minbicê şehîd bû, 3 şervan birîndar bûn û ziyana madî li mal û milkên gundiyan bû."

Çavkaniyan dan zanîn ku balafirên keşfê yên Tirkiyeyê heta vê sibehê jî li ser gundên ku ji aliyê balafirên şer ên dagirkeriya Tirk ve hatine bombebarankirin,  digeriyan. Çavkaniyan her wiha ragihandin, li gundên hatine bombebarankirin bi sedan welatiyên sivîl hene û heta niha nehatiye zanîn ku birîndarên sivîlan hene yan na.