Şervanê YPG’ê Tûgrûl spartin axê

Şervanê YPG’ê Ferman Tûgrûl bi merasîmekê spartin axê.

Şervanê YPG’ê Ferman Tûgrûl (Sîpan Amed) ê 27’ê Hezîranê li Girê Spî di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoy a Amedê hat defnkirin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Tûgrûl piştî otopsiya li navçeya Silopiya ya Şirnexê ber bi Amedê ve hat oxirkirin, li Sê Rêya Bismilê bi karwanekî jig elek wesayîtan hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Tûgrûl bi karwanê wesayîtan anîn Goristana Yenîkoy. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Tûgrûl hat defnkirin.

Tabûta bi alên YPG’ê û kulîlkan hat xemilandin li ser milan bi dirûşmên, "Qatil DAIŞ hevkar AKP" û  "Bê Serok jiyan nabe" hatin gotin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Çaglar Demîrel, Edîp Berk, rêveberên HDP û DBP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û MEYA-DER jî di nav de gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn.

Piştî cenazeyê Tûgrûl hat defnkirin, ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêzgirtin pêk hat. Hevserokê MEYA-DER Mehmet Yaşar di axaftina xwe ya merasîmê de diyar kir ku bi saya lehengên têkoşîn û bexwedana Tûgrûl û hevrêyên wî gelê Kurd hatiye van rojan.

Bav Ferît Tûgrûl jî got, "Kurê min ji bo min şerefeke mezin e. Ew şehîdê her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Piştî axaftinan girse derbasî Mala Şînê ya Dercîmt bû.