Şervanê YPG'ê Ridvan Xelîl li Rihayê jiyana xwe ji dest da

Şervanê YPG'ê Ridvan Xelîl di şerê hemberî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bibû û li Rihayê dihat dermankirin tevî hemû hewldanên rizgarkirinê jiyana xwe ji dest da.

Şervanê YPG'ê Ridvan Xelîl di şerê hemberî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bibû û li Rihayê dihat dermankirin tevî hemû hewldanên rizgarkirinê jiyana xwe ji dest da.

Şervanê YPG'ê Ridvan Xelîl di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû ji bo dermankirinê  24'ê Tîrmehê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Ji ber rewşa Xelîl giran bû sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê kirin û li wir dihat demankirin. Îro tevî hemû hewldanên rizgarkirinê Xelîl jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Xelîl ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Ji ber ku hê malbata Xelîl nehatiye piştî otopsiyê cenaze wê bibin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê .