Şervanê YPG’ê Oner li Amedê ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ferît Oner ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û 10 roj in cenazeyê wî li sînor dihate sekinandin li Amedê hat definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ferît Oner (Berxwedan Eylem) ê li Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û bi biryara Desteya Wezîran cenazeyê wî li Deriyê Sînor ê Xebûrê hat astengkirin li Amedê hat definkirin. Piştî karên otopiyê yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê cenazeyên şervanên YPG'ê Oner û Mumîn Kasap (Bager Farqîn) ji bo definkirinê ber bi Amedê ve derxistin rê. Li duryana rûya Bismilê konvoya cenazeyan hat pêşwazîkirin û ber bi Amedê ve derxistin rê.
Li Goristana Yenîkoyê cenaze bi girseyî hatin pêşwazîkirin û bi dirûşmên "Qatil DAIŞ hevpar AKP" ber bi goristanê ve birin. Piştî wecîbeyên olî yên li goristanê cenazeyê Şervanê YPG'ê Kasap ji bo li Licê bê definkirin rakirin morgê û cenazeyê Şervanê YPG'ê Oner bi dirûşmeya "Şehîd namirin" heya cihê lê bê definkirin birin. Cenazeyê Oner piştre bi lorîkên dayikan hat definkirin.
'ERDOGAN SIYASETEKE DIJMIROVAHÎ DIMEŞÎNE'
Piştî karên definkirinê Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku van ciwanan ji bo azadiya gelê xwe jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Em ê jî di rêya van ciwanan de bimeşin."
Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek jî diyar kir ku Erdogan li dijî mirovahiyê siyasetê dimeşîne û wiha got: "Erdogan li ser komkujiyên xweza û mirovan kirin bi rojan cenazeyên me dîl girtin. Bi rojane malbatên me li deriyê sînor ber xwe didin û cenazeyên me girtin û bi rûmet definkirin. Em dê her tim di rê ciwanên xwe de bimeşîn."
Bavê şervanê YPG'ê Oner Faherttîn Oner jî wiha got: "Kurê min ji bo rûmet û şerefa xwe şehîd ket. Êdî ew şehîdê çar parçeyê Kurdistanê ye û kurê Kurdistanê ye."