Şervanê YPG'ê Erdem: AKP û çete tengav dibin!
Şervanê YPG'ê Erdem diyar kir, AKP û çete tengav bûne û bi êrîşa li hemberî wan re hewl didin rê li ber provokasyonê vekin. Erdem destnîşan kir, ku ti êrîş wê nikaribe wan bisekinîne.
Şervanê YPG'ê Erdem diyar kir, AKP û çete tengav bûne û bi êrîşa li hemberî wan re hewl didin rê li ber provokasyonê vekin. Erdem destnîşan kir, ku ti êrîş wê nikaribe wan bisekinîne.
Şervanê YPG'ê Delîl Erdem, rewşa dawî ya li Rojava, êrîşên AKP'ê yên li xeta Ezaz-Efrînê û pêşdeçûna hêzên HSD'ê li vê xetê ji ANF'ê re nirxand.
'FETISÎN, TENGAV BÛN'
Erdem got, "Hem êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, hem jî êrîşên dewleta AKP/Erdogan ên li hemberî Rojava nîşan didin, ku çeteyên DAIŞ'ê û dewleta AKP/Erdogan a destekvanê herî mezin ê çeteyan e, tengav bûne" û anî ziman, ku AKP û çete ji bo xwe ji vê rewşa tengav rizgar bikin, êrîşên xwe zêde kirine.
Delîl Erdem da xuyakirin, ku AKP û komên çete, li pêşberî têkoşîna YPG/YPJ û hêzên HSD'ê tengav bûne û pêwîstiya wan bi qadeke karibe lê hilmê bigirin, heye.
Erdem ragihand, êrîşên dawî yên çeteyên DAIŞ, El Nûsra, Ehrar el Şam û dewleta AKP/Erdogan pêwendiya xwe bi vê ve heye û destnîşan kir, ku azadkirina gelek bajar, bajarok, gund û gundik ji aliyê hêzên HSD'ê ve, ev hêz aciz kiriye.
'BI VEGUHASTINA HÎN BÊHTIR HÊZÊN XWE RE DIXWAZIN ASTENG BIKIN'
Erdem bi taybetî bal kişand ser serketinên girîng ên HSD'ê ji Der Jemal heta Til Rifet ên li xeta Ezaz-Efrînê û got, "Dewleta AKP/Erdogan, ji bo pêşî li vê pêşdeçûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bigire, bi obus û çekên giran herêm bombe kir." Erdem diyar kir, ku dewleta Tirk û çete ji bo pêşî li vê pêşketinê bigirin, zêdeyî 2 hezar çeteyên El Nûsra, Ehrar el Şam ji Îdlîbê di ser Tirkiyeyê re derbasî xeta Ezaz û Efrînê kirin.
'TIRS KETIYE NAVA DILÊ ÇETEYAN; PIRA QEREQOZAXÊ CAREKE DIN TEQANDIN'
Erdem da zanîn, ku tirs ketiye dilê wan çeteyên li Cerablûsê jî anî ziman, ku ji bo pêşî li derbasbûna hêzên YPG/YPJ di ser Çemê Firatê re bigirin, Pira Qereqozaxê careke din teqandine, lê bi ti awayî wê nikaribin li pêşberî pêşdeçûna YPG/YPJ'ê bibin asteng.