Şervanê YPG’ê Akyuz li Wanê hat defnkirin

Şervanê YPG’ê Firat Akyuz (Serbest Dijwar) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Şervanê YPG’ê Firat Akyuz (Serbest Dijwar) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê  Firat Akyuz (Serbest Dijwar) li Taxa Karşiyaka ya navçeya Îpekyolu spartin axê. Cenazeyê Akyuz di ketina Westanê de bi karwanekî sedan wesayîtan anîn Taxa Karşiyaka. Cenazeyê Akyuz ê li vir ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin, welatiyan bi cenazeyê Akyuz re ber bi Şehîdgeha Goristanê dest bi meşê kirin. Rêveberên DBP û HDP yên bajêr û navçeyan, hevşaredar, Îsiyatîfa Dayikên Aştiyê û rêveberên Saziyên Civaka Sivîl jî amade bûn.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Akyuz, alên PKK, YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin. Di tevahiya meşê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Qatil DAIŞ, hevkar AKP” hatin gotin. Cenazeyê Akyuz piştî wecîbeyên olî bi dûa û tililiyan spartin axê.

Hevseroka Bajêr ê DBP’ê Hamiyet Şahîn di axaftina xwe de diyar kir ku ciwanên Kurd ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan canên xwe feda dikin û wiha got, “Em soz didin şehîdên xwe, em ê têkoşîna wan heya dawiyê bimeşînin û xwîna wan li erdê nehêlin.”

Bavê Akyuz Kasim Akyuz ê piştî Hamiyet Şahîn axivî jî kesên hatine merasîma cenaze spas kir û got, “Înşallah Xwedê avekê li vî agirî bike. Înşalah weke ku Xwedê dixwest şehadet bibe nesibê kurê min.”