Şervana YPJ'ê Denîz Xelat jiyana xwe ji dest da

YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervaneke ku di berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê de jiyan xwe ji dest da eşkere kir.

YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervaneke ku di berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê de jiyan xwe ji dest da eşkere kir.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Şoreşa Rojava ku bi xwîna şehîdan hatiye ava kirin, di wê têkoşîna giranbiha de gelek jinên Kurd bi bermahiya çanda xwedavendan û bi ew ruhê ku ji felsefeya Rêber APO girtine li nirxên gelên Rojhilata Navîn xwedî derketine û heya dilopa xwîna xwe ya dawî axa xwe parastine.

Hevala me Denîz Xelat jî yek ji wan jinên leheng e ku di destpêka şoreşa Rojava heta roja me ya îro di hemû qadên têkoşînê de cihê xwe girtine û bi hemû hêz û xwesteka xwe ve bêyî ku ti zehmetiyeke şoreş û têkoşînê li pêşiya xwe bike asteng, bi her awayî heta dawiyê xwe tevlî kar û xebatên têkoşînê kiriye.

Hevala me Denîz Xelat weke her tim ku di şoreşê de bi awayekî çalak tevlî bûye, di şerê Şêx Meqsûd ya ku li dijî hêzên dij mirovahiyê bi ruhekî pir bilind ya berxwedanê dewam dike de gihîşt şehadetê.

Weke YPJ’ê em îro pêşengek jin a şer, jiyan, têkoşîn û şoreşê dispêrin axê. Lê, weke her şehîdek me wê çeka hevala Denîz Xelat jî ti carî li erdê nemîne û em ê bi ruhê berxwedan û gihîştina azadiyê têkoşîna hevala Denîz Xelat bigihîjînin lûtkeyê û em ê bi serkeftinê tacîdar bikin.

Careke din di kesayeta Hevrê Denîz Xelat de em hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û em soza tolhildan û serkeftinê careke din nû dikin. Di serî de sersaxî ji malbat wê re û hemû malbatên şehîdan û gelê Kurd re dixwazin.”

Nasnameya şervana YPJ’ê wiha ye:

Navsnav : Denîz Xelat

Nav û Paşnav: Arîn Kedro

Navê Dayik: Ayîşa

Navê bav: Mihemed Kedro

Cih û Dîroka Jidayikbûyînê: Kefir Sefrê, 1990

Dîroka Tevlîbûnê: Efrîn 2012

Cih û Dîroka Şehedatê: Şêx Meqsûd/Heleb 6’ê Hezîrana 2016’an.

 

...