Şervan Derwîş: Em ê soza Ebû Leyla bi cih bînin

Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş rewşa dawî ya Operesyona Fermandarê Şehîd Ebû Leyla û dorpêçkirina bajarê Minbicê ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve ji ANF'ê re di çeperên şer de vegot.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş rewşa dawî ya Operesyona Fermandarê Şehîd Ebû Leyla û dorpêçkirina bajarê Minbicê ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve ji ANF'ê re di çeperên şer de vegot.
 
Şervan Derwîş di destpêka axaftina xwe de diyar kir, Operesyona Fermandarê Şehîd Ebû Leyla li gor ku fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê plan kiriye dimeşe. Derwîş bibîr xist, ku operasyonê hefteyek li dû xwe hiştiye û tiştek li ber pêşdeçûna şervanan nebûye asteng. Berdevk Derwîş got, "Îro operasyona Fermandarê Şehîd Ebû Leyla di roja 9'an de ye. Bi hemû hêza xwe li her du baskan didome. Baskê Qereqozax der dora 35 KM hatiye rizgarkirin û paqijkirin. Di heman demê de baskê Bendava Tişrînê derdora 30 KM hatiye rizgarkirin û paqijkirin. Ji wan gundan Sendeliyê, Hecer Al-Abyed, Measasa û Hemam Kebîr."

Derwîş da zanîn, li wan deverên rizgarkirî gelek rêyên stratejîk hene û destnîşan kir, ku çeteyên DAIŞ'ê li nava bajarê Minbicê tengav bûne. Derwîş wiha pê de çû: "Heta niha rêya Minbic-Cereblûs hatiye rizgarkirin û rêya Minbic-Reqqayê ew jî me ji çeteyan standin. Ew rê pir stratejîk in ji çeteyan re. Me jî ew rê kirin hedef, ku em çeteyan li nava bajêr asê bikin."

Derwîş anî ziman, armanca operasyonê ne tenê rizgarkirina bajarê Minbicê ye, wê operasyon bidome heta rizgarkirina hemû gundewarên Minbicê.

Di dewama axaftina xwe de Derwîş ragihand, bajarê Minbicê ketiye bin dorpêça hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ye û got: "Piştî pêşdeçûnên hêzên me li gor plana me daniye, îro di roja 9'an ji operesyonê em dikarin bibêjin ku navenda Bajarê Minbicê dorpêçkiriye. Çeteyên DAIŞ'ê nikarin bi derekê ve bilivin. Ji aliyê Bakur, Rojhilat û Başûr ve hêzên me hemû rêyên Minbicê rizgar kirin û xistin bin hakîmiyeta xwe."
 
Derwîş diyar kir, ku ji ber xeteriya bikaranîna sivîlan weke mertal ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve, ew bi hesasiyeteke mezin tevdigerin.

SOZA KU ME DAYE EBÛ LEYLA WÊ PÊK BÊ

Derwîş di axaftina xwe de bilêv kir ku ew Operasyona Fermandar Şehîd Ebû Leyla wê Minbicê rizgar bike û soza Ebû Leyla ya rizgarkirina bajêr bi cih bînin. Derwîş got: "Piştî şehadeta Fermandarê Meclîsa me  Ebû Leyla, me wek Meclîsa Leşkerî ya Minbicê navê operasyonê kir  'Operasyona Fermandarê Şehîd Ebû Leyla' û ji bo em daxwaza şehîdê xwe bi cîh bînin, çi dibe bila bibe, em ê Minbicê û tevahî gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin û paqijbikin."
 
Di dawiya axaftina xwe da Derwîş diyar kir, şêniyên gundewarên Minbicê yên rizgarkirî bi kêfxweşî hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê pêşwazî dikin ji ber ku ev hêz ji zarokên wan in, ji pêkhateyên Minbicê bi xwe ne.