Çalakiya Pêncşema Reş ya ku xebatkarên Şaredariya Kayapinarê ji şaredar Zulkuf Karatekîn, cigirên şaredariyan û siyasetmedarên kurd dabûn destpêkirin di hefteya 120’emîn de berdewam kirin.
Çalakî li ber avahiya xizmetê pêk hat. Wekîlê şaredariyê Mahmut Dag, serokê GOÇ-DER M. Vecîh Aydogan, Dayikên Aştiyê, serokê Tum-Bel-Sen a Amedê Medenî Alpkaya, nûnerên Genel-îş Sendîkayê, endamên meclisa giştî, enamên meclisa şardariyê û xebatkar beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê nameya ku ji Serokwezîrê Tirk re hatibû nivîsin ku dawiya hefteyê tê Amedê, hatibû nivîsin xwedin. Name ji aliyê Medenî Alpkaya ve hate xwendin.
Di nameyê de wiha hate gotin: “Serowezîr em ji serdana we ne kêfxweş in. Hûn jî dizanin we li Enqereyê çi gotiye. Her wiha em diznain ku hûn li Amedê jî çi dibêjin. Hûn li vê erdnîgariyê ji zarokekî biçûk jî pênaseya fazîzmê bixwazin dê pêkanînên hîkumeta AKP’ê nîşan bide. Di sala 2005’an de te li Amedê gotibû ev mesele meseleya mine. Me dît ku tu çawa li meseleyê dinêrî. Bi girtin û binaçvkirnê li meseleyê mêze kir. û gelê herêmê ji dizane ku kê emrê komkujiya Qilabanê daye.” Piştî vê çalakiya runiştê ya 5 deqyan hate pêkanîn.