Serokomarê Tirk Gul hate Agiriyê

Serokomarê Tirk Gul hate Agiriyê

Serokomarê Tirk Abdullah Gul di çarçoveya bernameya xwe ya ger, serdan û lêkolînan ya 2 rojan de hate Agiriyê.

Serokomarê Tirk Abdullah Gul serê sibê di demjimêr 10.30'an de bi balafirê hate Balafirgeha Agiriyê. Waliyê Agiriyê Alî Yerlîkaya, wekîlên AKP'ê Mehmet Kerîm Yildiz, Ekrem Çelebî, Fatma Sayan Kotan, Şaredarê Agiriyê Hasan Aslan, Gul pêşwazî kirin. Gul destpêkê derbazî Walîtiya Agiriyê bû. Piştî re Gul çû Şarederiya Agiriyê.

Li bendêne ku piştî xwarina nîvro derbazî navçeya Panosê be. Gul, dê şevê li Agiriyê bimîne û çav lê ku sibê biça Bazîd û pişt re jî derbazî Îdîrê bibe.