Serokên Baroyê: Li Geverê hevpeymanên Navneteweyî hatine îxlalkirin
Serokên Baroyên Kurdistanê yên ku li Geverê lêkolîn kirin, diyar kirin ku hevpeymanên navneteweyî li navçeyê hatine îxlalkirin.
Serokên Baroyên Kurdistanê yên ku li Geverê lêkolîn kirin, diyar kirin ku hevpeymanên navneteweyî li navçeyê hatine îxlalkirin.
Serokên Baroyên Kurdistanê yên ku li Geverê lêkolîn kirin, diyar kirin ku hevpeymanên navneteweyî li navçeyê hatine îxlalkirin.
Serokên Baroyên Kurdistanê, piştî 79 roj qedexeya kolanan a li navçeya Gever a Colemêrgê hatin navçeyê. Baroyên Wan, Colemêrg, Amed û Şirnex jî di nav de 15 Baro ji bo lêkolînên cuda û têkildarî îxlalên mafên mirovan û hilweşînê hatine bajêr, taxên ku herî zêde şerên dijwar lê qewimîne ziyaret kirin. Piştî lêkolînan serokên baroyan li pêşiya avahiya sêriyana li Taxa Cûmhûriyetê ya ku şerên dijwar lê qewimî ne, kom bûn û daxuyanî dan çapmeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê de Serokê Baroya Çewlikê Abdullah Alakûş axivî û bal kişand ser hilweşandina bajêr, qetlîaman û wiha got: “Bajar tev hatiye hilweşandin. Pirsgirêka Kurd ev nêzî sedsal e dewam dike, hûn dizanin ku ev pirsgirêk bi şer bi dawî nabe, em careke din dubare dikin ku ev pirsgirêk bi rêya aştiyê çareser dibe.”
Serokê Baroya Wanê Mûrat Tîmrûr jî anî ziman ku êrîşên herî zêde li cihê ku welatiyên sivîl lê dijiyan pêk hatine, ji bo birînên Geverê bên pêçan jî banga lezgîn kir. Tîmûr wiha axivî: “Tiştên ku li vir qewimîne, li gorî hiqûqa navneteweyî şerê navxweyî ye. Li gorî peymana Cinêw a Navneteweyî di rewşa ku di welatekî de şerê navxweyî pêk were, wê çawa nêzîkatî çêbibe hatiye diyarkirin. Lê, ya ku îro me bi çavên xwe dît, şer herî zêde li jîngehê welatiyên sivîl qewimîne.” Tîmûr da xuyakirin ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe. Tîmûr wiha axivî: “Pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêka herî girîng a vî welatî ye. Dema ku ev pirsgirêk çareser bû wê rêya Tirkiyeyê ya demokratîkbûnê vebe. Rêya çareseriyê ya vê pirsgirêkê siyaseta demokratîk û muzakereyan e.”
Heyet piştî daxuyaniyê ji bajêr veqetiya.