Serokê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Tirkiyeyê ye

Serokê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Tirkiyeyê ye

Serokê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YIK), bi serdanek fermî çû Tirkiyeyê. Perlemanterê 'YIK'ê Semîr Selîm diyar kir dema Mûhemed Ferec di kongreya 6'mîn ya partiya wan de bû serokê partiyê ji aliyê Sefaretxaneya Hewlêrê ya Tirkiye yê bi awayek fermî vexwendiye Tirkiye yê.

Her çend rayedarên Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku pêwîste ti têkeliyên partên Herêma Kurdistanê bi welatên derveyî herêmê çênebe jî dîsan têkeliyên li herêma Kurdistanê bi welatên der ve bi rêya partiyan pêk tê. Herî dawî di roja 29'ê Pûşpera 2012'an de Serokê Tevgera Goran serdana Îranê kir û bi rayedarên Îranê re civiya û 4 rojan li Îranê ma bû. Niha jî Serokê Yekgirtûya Îslami ya Kurdistan (YIK), bi serdanek fermî niha gehişt Tirkiye yê û çav li rêye ku bi rayedarên wî welatî re gelek civînan pêk bîne.

Perlemanterê 'YIK'ê ji perlemana Kurdistanê Semîr Selîm diyar kir dema ku Mûhemed Ferec dema di kongreya 6'mîn ya partiya wan de bû serokê partiyê ji aliyê Sefaretxaneya Hewlêrê ya Tirkiye yê bi awayek fermî vexwendibû Tirkiye yê..