Serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Ebdullrehmanê Hacîehmedî bi daxuyaniyekê terora dewleta Îranê ya li dijî Dr. Ebdurrahman Qasimlu şermezar kir. Ehmedî ragihand ku PJAK wê li ser rêbazê Şêx Seîdê Pîran, Seyid Riza, Simko, Pêşewa, Silêman Muînî, Dr. Şerefkendî, Kak Fuad Mustefa Sultanî û hemû cangoriyan heta azadiyê bimeşe.
Serokê PJAK’ê Ebdurrehmanê Hacî Ehmedî bi munasebeta 23. salvegera êrişa li dijî Dr. Ebdurrehman Qasimlo daxuyaniyek da û destnîşan kir ku di dîroka hemû gelan de hem gelek rojên xweş û serkeftinê, lê di heman demê de jî rojên bi êş û jan hene û roja terorkirina Dr. Ebdurrehman Qasimlo jî wekî yek ji van rêjên tal ji bo gelê kurd bi nav kir.
Serokê PJAKê Ebdurrehmanê Hacî Ehmedî anî ziman ku Şêx Saîdê Pîran, Seyîd Riza, Simkoyê Şikak, Pêşewa Qazî Mihemed, Silêman Muînî, Dr. Şerefkendî, Fuad Mustefa Sultanî û bi hezaran cangoriyên têkoşîna azadiyê bi fedakirina jiyana xwe ala têkoşîna gelê kurd bilind kirine...
Serokê PJAKê Ehmedî di derbarê Dr. Ebdurrehman Qasimlo û hewldana kurdan a xwedîderketina li têkoşîna wî de jî ev got:"Yek ji wan rojên herî tal û dilêş ên sedsala 20an, roja kuştina pêşengê tevgera azadîxwaziya gelê kurd Dr. Qasimlu ye. Ajan û terorîstên rejîma Îranê bawer dikirin ku ew ê bi kuştina Dr Qasimlo karibin têkoşîna gelê kurd asteng bikin. Lê nedizanin ku wê keç û kurên kurd îro di bin navê PJAKê de bi rêbertiya îdeolojiya Rêber Apo ala têkoşînê li serê çiyayê kurdistanê bilind bikin. Îro gelê kurd li hemû parçeyên kurdistanê xwedî rêxistin e û ji bo mafê xwe têdikoşe. Gelê me êdî wê koletiyê qebûl neke."