Serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) Ebdulrehmanê Hacîehmedî bi peyamake nivîskî xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê pîroz û damezrandina Konseya Bilind a Kurd wekî gavek dîrokî û cihê şanaziyê bi nav kir.
Serokê PJAK’ê Ebdulrehmanê Hacîehmedî ku li ser rewşa nû ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê peyamek nivîskî belav, Desteya Bilind a Kurd ku ji aliyê kurdan ve bi Peymana Hewlêrê hate damezrandin wekî biryar û pêkhateyek dîrokî bi nav kir.
Serokê PJAK’ê ku ev yek û xweseriya kurdan li Rojavayê Kurdistanê wekî cihê şanaziyê binav kir, anî ziman ku ev helwesta kurdan wê ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên din jî bibe gavek girîng û got:"Hêvîdar im gelê me yê Roajavayê Kurdistanê, mil bi mil, tevî gelê ereb yê demokratîk û gelên din yên li Sûriyeyê, dawî li dîktatoriya BEAS bînin û li ser esasê demokrasî û wekheviyê welatekî mînak li Rojhilata Navîn ava bikin."
Serokê PJAK’ê Ebdulrehmanê Hacîehmedî destnîşan kir ku wê Sûriyeyek demokratîk, ji ber pozîsyona xwe ya li herêmê, di demokrastîzekirina hemû Rojhilata Navên de jî rolekî sereke bilîze û weha jî bal kişand ser giringiya Konseta Bilind a Kurd ku hate avakirin; “Ev gava dîrokî, ango nîşan û garantiya azadiya gelê kurd li vî beşê welatê me, Konseya Bilind a Kurd, wê bê guman bandorek gelek mezin li xebatên yekîtiya kurdan û hemû beşên Kurdistanê bike. Ev yek jî careke din piştrast dike ku dem hatiye em dawî li helwestên xwe yên di çarçoveya parçegirî, hizbayetî, êşîretî û binemaletî bînin."
Serokê PJAK’ê bal kişand ser dagirkerên Kurdistanê jî ku xwe li pêşketina gelê kurd ranagirin û weha jî careke din giringiya yekîtî û hemhelwestiya navbera kurdan destnîşan kir: "Dagirkerên Kurdistanê, îro ji her demê bêhtir ketine nav tirs û lerzê. Çiqas xebatên gelê me yên ji bo yekîtiyê pêşdikevin û helwestek hevbeş ya hemû beşên Kurdistanê derdikeve pêş, ev derdorên ku bi sedê salan e gelê kurd di bin zext û êrişên xwe de girtine, dikevin nava tirsê."
Serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Ebdulrehmanê Hacîehmedî di dawiyê de anî ziman ku her çi sîstemek nû ku li Sûriyeyê were damezrandin, rastiya Sûriye ku ji gelek gel û mezhebên cuda pêk tê li ber çavan negre, mafên wan ên netwî, siyasî, çandî, dînî û civakî li ber çavan negre, wê nikaribe bijî.
Di banga xwe ya xîtabî gelê kurd de jî Serokê PJAKê Hacîehmedî got ku erka hemû partî, rêxistinên kurd û her mirovekî kurd li seranserî Kurdistanê û li derveyî welat ewe ku ji bo yekîtiya netewî hewl bide û bi hemû hêz û îmkanên xwe, piştgiriya têkoşîna gelê kurd a bi pêşengiya Konseya Bilind a Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bike.