Li navçeya Kayapinar a Amedê di şeva 18’ê gulanê kesê bi navê Umut Aydin ku xebatkarê AKP’ê bû bi 4 guleyan hatibû kuştin. Der barê kuştina Aydin de serokê navçeya Baglarê ya AKP’ê Erdal Erdal daxuyaniyek nivîskî şand navendên çapemeniyê û diyar kir ku tu eleqeya wan bi cînayetê nîne.
Piştî kuştina Umut Aydin malbata wî îdiakiribû ku Umut ji aliyê rêveberekî AKP’î ve hatiye kuştin. Li ser van îdiayan serokê AKP’a Baglarê Erdal Erdal jî got ku bûyerê dikişînin aliyên din.
Erdal di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Tu eleqeya partiya me bi vê wendahiya bi êş re tune. Berovajî vê ji bo ku bûyer derkeve holê çi ji destê me bê em dê bikin. Ji bo hemû alîkariyan em amadene. Hem jib o merciyên edlî û hem jî jibo merciyên îdarî em amadene ku her îfadeyê bidin. Tu eleqeya min bi vî bûyerê nîne.”
Malbata Umutê AKP’î jî di 24’ê gulanê de daxuyaniyek da bû û wiha gotibû: “Kurê me ji aliyê rêveberekî AKP’î ve hatiye kuştin. Kurê me ji berk u nelêrêtiya wan ji Navenda AKP’ê re ragîhan rastî gefan hatibû. Kurê me ewil lêdan xwar û pişt re jî hate kuştin.” Malbatê serokê AKP’a Baglarêji bûyerê berpirsyar dîtibû.