Serokê Meclîsa Erebên Sunî yên Kerkûkê hate kuştin

Endamê Meclîsa Encumenên Bajarê Kerkûkê û di heman demê de Serokê Meclîsa Erebên Sunî yên Kerkûkê Mihemed Xelîl Cibûrî di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.

Endamê Meclîsa Encumenên Bajarê Kerkûkê û di heman demê de Serokê Meclîsa Erebên Sunî yên Kerkûkê Mihemed Xelîl Cibûrî di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Hevsera Cibûrî ya di êrîşê de bi giranî birîndar bibû jî li Nexweşxaneya Perwerde ya Azadî ya Kerkûkê girtin ameliyatê. 

Endamê Meclîsa Encumenên Bajarê Kerkûkê Mihemed Xelîl Cibûrî danê êvarî saet 20.20’an di encama êrîşa çekdarî ya kesên nasnameyên wan nehate zelalkirin jiyana xwe ji dest da. Di dema êrîşê de hevsera Cibûrî ya di wesayîtê de jî bi giranî birîndar bû.

Cenazeyê Cibûriyê ku di encama êrîşa li navenda bajarê Kerkûkê jiyana xwe ji dest da ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde ya Azadî ya Kerkûkê, hevsera wî ya bi giranî birîndar bibû jî di heman nexweşxaneyê de girtin ameliyatê.

Piştî êrîşê, hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin, li derdora nexweşxaneya ku Cibûrî û hevsera wî lê ne tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin.

Mihemed Xelîl Cibûrî, Endamê Meclîsa Encumenên Bajarê Kerkûkê û di heman demê de Serokê Meclîsa Erebên Sunî yên Kerkûkê bû.