Serokê berê yê Şaredariya Qoserê hate girtin
Serokê berê yê Şaredariya Qoserê Ferhan Turk jî di nav de 4 kes hatin girtin.
Serokê berê yê Şaredariya Qoserê Ferhan Turk jî di nav de 4 kes hatin girtin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirinasiyasî ya ku rojên borî li Mêrdînê hatin lidarxisin, Serokê berê yê Şaredariya Qoserê Ferhan Turk û serokê berê yê DBP’ê yê navçeya Qoserê Fettah Tekîn jî di nav de 4 kes hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
4 kes piştî îfadeya li dozgeriyê û şûn de bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, bi îdîaya “Endamên rêxistinê” hatin girtin.
Parêzer Erdal Kûzû anî ziman ku sedemê girtina Ferhan Turk û Fettah Tekîn di sala 2013'an de beşdarbûna 1’ê Îlonê Festîfala Roja Aştiyê ya Cîhanê ku li Çiyayê Bagokê hatibû lidarxistin weke hincet hatiye nîşandan.
Tûrk,Tekîn û navê 2 kesên ku nehatin zanîn hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.