Yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê bi ser gelek malên endam û rêveberên BDP'ê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Serokê BDP'ê Halîs Yurtsever û gelek kesên din binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Çewlîkê.